Nobedarên hefteya 236'an endamên TJK-E ne

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, ev 236 hefte ne bênavber dewam dike. Nobedarên vê hefteyê jinên TJK-E'yî ne.

Jinên endamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ku mehê carekê weke sazî nobedê dewr digirin, vê hefteyê bi koma ji 4 kesan xwedî li Ocalan derketin.

Nobedarên vê hefteyê, Halîme Adet, Hatîce Tekîz, Hanim Can û Dîlek Gur in.

Çalakgerên ji bajarên Bakurê Fransayê hatin, roja Yekşemê çalakî ji Kurdistaniyên ji bajarê Hannover ê Elmanyayê dewr girtin.

Endamên TJK-E tevî hewa cemidî jî, li qada ku saziyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) lê ne, nobedê digirin. Çalakger li ser armanca çalakiya xwe, agahiyê didin derdorê.

Li ser navê koma TJK-E daxuyaniyek hate dayîn û bal hat kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan ji bo jinan. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku xwedîderketina li Ocalan yek ji girîngtirîn wezîfeyên jinan e. Hat ragihandin, jinên xwe li gorî paradîgmaya Ocalan bi rêxistin kirine, ne tenê li Rojhilata Navîn li gelemperiya cîhanê bi têkoşîna xwe bûne mînak.

Endamên TJK-E wê heta roja Yekşemê nobedê bigirin û li ser têkoşîna Ocalan û jinên Kurd agahiyan bidin derdorê.

Çalakiya 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bênavber dewam dike.