Yuksekdag peyam ji Desteya Giştî ya SDGF’ê re şand

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag peyam ji 8. Desteya Giştî ya SDGF’ê re şand û got: ‘’Di çarenûsa me de pîrbûn nîn e, devjêqerîn nîn e, rawest û têkçûn nîn e’’

  Federasyona Komeleyên Ciwan ên Sosyalîst (SDGF) Desteya Giştî ya 8’an li Şanota Suyê pêk anî.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Fîgen Yuksekdag peyamek ji SDGF’ê re şand û got: ‘’ Bi baweriya ku di jiyaneke bê çîn, bê şer, azad de em ê hev hembêz bikin, ez ji dil serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim. Em ê bi ciwanan bi ser bikevin ku ti caran nahêlin çavê me vekirî bimînin û wê çavê me tim li pêş be. Bi hêvî, berxwedan, bawerî û hezkirinê..’’

ENCÛ: EM Ê BI SER BIKEVIN

Wekîlê HDP’ê Ferhat Encû jî peyamek şand û got: ‘’Beşdarên hêja, em ê li her deverê, di nav her şert mercî de rêgezên xwe biparêzin. Hêviya xwe winda nekin. Em ê bi ser bikevin, têkoşîna me wê bi ser bikeve. Bi hêviya ku di jiyaneke azad de em hev bibînin, serkeftin..’’

HEVSEROKÊN SGDF’Ê HATIN HILBIJARTIN

Ceren Çoban û Okan Danaci weke Hevserokên SGDF’ê hatin hilbijartin.