Du zarokên 17 salî her roj êşkence li wan tê kirin!

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel diyar kirin li ser miwekîlên wan ên 17 salî, Hakan Încî û Mûrat Can Arsal, ku ev 17 roj in li girtîgehê ne, êşkence tê kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel diyar kirin ku wan li Girtîgeha Zarokan a Maltapeyê, miwekîlên xwe Hakan Încî û Mûrat Can Arslan ên 17 salî ziyaret kirine, li ser Încî û Arslan ku ev 17 roj in di grêva birçîbûnê de ne, her roj êşkence têne kirin.

Parêzeran diyar kirin ku ev 17 roj in êşkenceyê li miwekîlên wan dikin. Parêzerên Buroya Gel ku 22’ê Kanûna 2016’an Girtîgeha Zarokan a Maltapeyê ziyaret kirin, wiha gotin:

‘ROJNIVÎSKA ÊŞKENCEYÊ YA HEFTIYEKÊ’

“Miwekîlê me Incî 13.12.2016’an ji ber ku li dêrî xistiye, 2.5 saetan ew avêtin odeya singerî û lê xistin. Qerdiyanan şane li bin guhê hev xistin. Roja dî jî 14.12.2016’an ji bi hênceta ku li dêrî xistiye, qiweta ku weke Robokop tê binavkirin bi ser şaneyê de girtiye û li Incî xistine, destê jî berevajî hatin kelepçekirin, 3 pençeyên hesin jî bi lingê wî ve girêdane, 1.5 saetî wiha dane rawestandin.”

Parêzeran ji miwekîlên  xwe wiha veguhestin:

“15.12.2016’an roja Pêrşemê, bi hinceta ku me li dêrî xistiye, ekîba êrîşê ya Robokop dîsa hat. Li gel wan Serekqerdiyan Bîlge jî hebû. Li Incî xistin û ew birin odeya singêrkirî. Destê wî jî ji paş ve hatin kelepçekirin, kelepçeyên plastîk jî li lingê me xistin. Nêzî 30 deqeyî em wiha dane sekinandin.

16.12.2016’an roja Înê, miwekîlê me ji bo mieyeneya çav birin nexweşxaneyê, ji bo ku derneketin derve bêyî ku mieyene bikin leşkeran bi zore ew li rîngê siwar kirin, ji ber ku dirûşm berz kirin, ew nihotî kirin. Çavê wî şîn û reş kirin, arguşkê wî werimandin.

17.12.2016’an roja Şemiyê, Hakan Incî bi hênceta ku li dêrî xistiye, rastî li êrîşa ekîba Robokopê hat. Dest û piyê wî bi kelepçeya plastîkî hate girêdan. Robokopan pê li serê wî kirin, pehî avêtin ser çavê wî û kulm lê xistin, pê li kabên wî kirin. Dema êrîşê gotin, “me çawa Engîn Çeber kuşt, em ê te jî bikujin, biaqil be”, gef xwarin û ew avêtin odeya singerkî.

Parêzeran wiha gotin:

“19.12.20016’an roja Yekşemê, qerdiyanên ku odeya miwekîlên me, bi gotina ‘ji Wezareta Dadmendiyê nivîs hatiye’ dest li ser televizyonên me danîn; gotin, em ê 3-4 rojên din bidine we. Piştre Incî pehîn li dêrî xist, Robokopan jî li Incî xistin. Li cem wan Serekqerdiyan  Bîlge, qerdiyan Mutafa jî hebûn. 2 kelepçe li destê wî xistin û 2 kelepçe jî li lingê min xistin. Destê wî werimîn, şîn û reş bûn, tevizîn.”

Murat Can Arslan ku 17 roj in di girêva birçîbûnê de ne wiha got:

‘19’ê Kanûnê di dema lêgerîna odeyê de bi ser odeyê de girtin. Yek ji qerdiyanan şeqam avête min. 21.12.2016’an saet 10.00’an dîsa hatin odeya min, ez avêtim erdê û bi pehînan bi min ketin. Kulm li nav milên min xistin. 7-8 kesan ez dehf dam, serê min berjêr kirin û li pişta min xistin, ez bi erdê re kaş kirim û birim odeya singerkirî. Ez deverûkî li erdê dirêj kirim, du kelepçe li lingê min xistin. Li odeya singerkirî nêzî 2 saetan mam. Piştre hatin. Dema ku me dibin nexweşxaneya li kampûsê birînên me tespît nakin û nakin rapor. Serekqerdiyan ên bi navê Emre û Bilgî tên û li me dixin.”