Li bajarên Vesterast û Uppsala yên Swêdê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêd, ji bo piştgiriya li gelê Şirnexê şevên piştgiriyê hatin amadekirin.
VESTERAS
Li Vesterasê şeva piştigiryê ya ji bo zarok û gelê Şirnexê bi tevlîbûna gelek hunermendên wekî Kemalê Amed, Nûarîn, Dilşad Hewlêrî û hwd pêk hat. Di şeva piştgirîdayinê de bi sedan Kurdistanî amade bûn.
Hevserokê Partiya Çepgir a Bajêr Lînn Wegome jî tevlî şeva piştgirîdayinê bû û got: "Ez kêfxweş û bextewar im ku we Kurdan ez vexwendime şeva xwe ya ji bo piştgiridayina ji bo zarokên welatê xwe." Wegome bi berdewamî got, "Em baş dizanin ku Erdogan û hevkarên wî ji her kesî bêhtir zirar dane zarokên bêguneh. Hemû dinya dibîne Erdogan û alîgirên wî çi anîne serê HDP’ê û derdorên demokrasîxwaz lê Ewropa û Amerîka ji ber berjewendiyên xwe bêdeng man. Mafên mirovan hatin binpêkirin û ew zilm hê jî berdewam dike."
Piştî axaftinan, şeva piştgirîdayinê ya ji bo zarokên Şirnexê bi dirûşm û stranan heta bi derengiya şevê berdewam kir.
UPPSALA
Li bajarê Uppsala yê Swêd jî bi armanca piştgirîdayina li zarokên Cizîr û Şirnexê şevek hate lidarxistin. Bernameya şevê bi deqeyek rêzgirtiyê ya ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir.
Di şeva piştgirîdayinê de li gel nûnerên KNK’ê û rêxistinên siyasî yê Kurdan, gelek sazî û kesên navdar jî amade bûn.
'HEKE HÊZ Û ÇEKÊN WE HENE, WE ÇIMA LI ŞENGALÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê XWERAGIRÎ NEKIR?'
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar jî li vir axivî. Aydar diyar kir, ew li ku derê jî bin dilê wan her li Kurdistanê ye û eger îro ew dikarin dîplomasiyekê bikin ev bi berxwedana welêt e. Aydar bi berdewamî anî ziman, di demeke wiha de ku jina Kurd, zarok û xwediyên axa welêt bi berxwedana xwe ji cîhanê re bûne mînak, hin derdor ku hay ji şêwaza axaftina xwe nîn in, bi gotinên xwe zirarê didin destketin û nirxên gelê Kurd. Aydar got, "Heman gotin in yên ku faşîzma AKP’ê li ser gelê me ferz dike. Gotinên heman zihniyetê ye ku bi rojan bajar û gundên Kurdan talan û wêran kirin. Hûn dikarin bibêjin, 'bila PKK ji Şengalê derbikeve' lê hûn qala radestkirina Şengal nakin. Baş e, heke hûn dibêjin, heke pêwîst be em ê bi zora çekan PKK'ê ji Şengalê derxînin, wekî çekên we hene û ew hêza we heye, baş e, we çima li dijî DAIŞ’ê xweragirî û berxwedanî nekir?"
Aydar bal kişande ser girîngiya Kongreya Neteweyî û got, "Di serdemeke wiha de pêdiviya Kurdan bi yekîtî û hevgirtinê heye. Bi taybetî di van rojan de ku qala Kongreya Neteweyî tê kirin, bê berpirsyariyekê mirov tiştekî wiha bike rojeva Kurdan ne tiştekî jirêzê ye."
Şeva piştgirîdayina ji bo zarokên Şirnex, Cizîrê bi stran û dirûşmeyan heta bi derengiya şevê dom kir.