YRD: Ozdemîr xwe ji dayîna berdêlên giran venegirt

Koordînasyona YRD'ê diyar kir, di salên herî dijwar ên şoreşê de, ku ji bilî hêvî û baweriyê ti derfet di destê mirovan de nebû, Salih Ozdemîr tevlî nava refên tevgera Apoyî bû.

Koordînasyona YRD'ê: Hevrê Salih, ku emrê wî di nava refên têkoşîna azadiyê de derbas bû, ji ber nexweşiya kujer tevlî karwanê nemiran bû. Bicihanîna xewn û xeyalên wî, bi ser xistina daxwazên wî, ji bo me hevrêyan êdî erk û wezîfeyek e.

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, di salên herî dijwar ên şoreşê de, ku ji bilî hêvî û baweriyê ti derfet di destê mirovan de nebû, Salih Ozdemîr tevlî nava refên tevgera Apoyî bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrê Salih, di emrê xwe yê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir, lê dîl kete destê dijmin. Yek ji sê parên emrê xwe di zîndanê de derbas kir. Li dijî îtirafkirin, bêkesayetîkirin û îşkenceya dewleta Tirk, li ber xwe da." Koordînasyona YRD'ê destnîşan kir, ji bo parastina nasnameya xwe ya civakî, siyasî û însanî, ji bo parastina kesayetiya xwe Ozdemîr xwe ji dayîna berdêlên herî giran venegirtiye.

Koordînasyonê da zanîn, Ozdemîr kengî azad bû, ji bo têkoşîna xwe ji cihê mayî bidomîne tevlî nava karê çapemeniya azad bû û got, "Û heta nefesa xwe ya dawî weke ewladekî bi xêr ê gelê xwe, xizmet kir.

Hevrê Salih, ku emrê wî di nava refên têkoşîna azadiyê de derbas bû, ji ber nexweşiya kujer tevlî karwanê nemiran bû. Bicihanîna xewn û xeyalên wî, bi ser xistina daxwazên wî, ji bo me hevrêyan êdî erk û wezîfeyek e.

Weke Koordînasyona YRD'ê û xebatkarên çapemeniya azad, em soz didin ku em ê vê wezîfeya bi rûmet bi cih bînin û ji malbata hêja ya hevrêyê me Salih, hevalên wî yên kar û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."