Di derbarê 433 sînemavanan de lêpirsîn hate destpêkirin

Di derbarê 433 sînemavanên ku piştgirî dabûn deklerasyona “Em nabin hevkarê vî sûcî” lêpirsîn hate vekirin.

Di derbarê 433 sînemavanên ku piştgirî dan deklarasyona Ji bo Aşiyê Akademîsyen a “Em nabin hevkarê vî sûcî” lêpirsîn hate vekirin.

Midûriyeta Polîsan a Stenbolê teblîgat ji Sendîkaya Lîstikvanan re şand û xwest biçin îfade bidin. Midûriyeta Polîsan bi îmzeya Haydar Ozdemir tebligata “11328 şikdarên qaşo ji bo aştiyê deklerasyon weşandin li dijî xala 2016/5734'an propaganda rêxistina dijzagonî kiriye. Di dîroka 14701/2016'an de sînemageran bi daxuyaniyekê piştgirî daye. Têkildarî vê mijarê di derbarê 433 kesan de bi sedema ‘Pesnê sûc û sûcdar daye’ lêpirsîn hatiye destpêkirin. “

Midûriyetê ji Sendîkala Listekvanan xwest agahiyên derbarê endamên xwe yên navê wan di lîsteyê de heye ji wan re bişînin.