Sefîrê Bilind ê Rûsyayê Rûsyayê Karlov li navenda Enqereyê, li pêş çavên kamera û televîzyonan ji aliyê polîsê Tirk Mevlut Mert Altintaş ve hate kuştin. Niha her kes vê rûdanê niqaş dike. Hin kes bûyera navbuhurî wek kiryareke ji bo xerakirina têkiliyên Tirk û Rûsan pênase dikin. Nexwasim rêveberên dewleta Tirk vê angaştê bênavber tînin ziman. Li gel ku bi awayekî eşkere ev cînayet ji aliyê polîsekî Tirk ve hat kirin jî, rêveberên AKP’ê yên qaşo şareza hewl didin ku bi vê jî dijberên xwe yên siyasî berpirsyar bigirin û sûcdar bikin. Rêveberiya faşîst a AKP’ê dixwaze di her bûyerê de wek pisîngê li ser lingên xwe bisekine.
Niha sê xalên ku divê mirov li ser bisekine hene: A yekê, di serî de wezîrê karên hundir ê Tirk Silêman Soylu û tevahiya rêveberên Tirk û yên AKP’ê hewl didin ku bûyerê wek êrîşeke terorîstî û polisê kujer jî wek terorîstekî bi cîhanê bidin qebûlkirin. Mina ku li dinyayê kesên cuda difikirin heyîn! Li gorî wan eger ku bûyer wek rûdaneke terorê û kujer jî wek terorist bê qebûlkirin, wê demê wê polîsê kujer wek endamekî FETO’yê bê îspatkirin. Her wiha wê berpirsyariya cînayetê jî li ser kesên dijber yên AKP’ê bê cîbîcîkirin. Li gorî feraseta AKP’ê ew ji kê re bêjin terorist, demildest dibin terorist. Lê ev bi tenê ji bo AKP’yiyên mêji-şûştî dikare derbas bibe. Lê diyar e ku pergala cîhanê û hêzên demokratîk vêna wisa qebûl nakin û wê nekin jî.
Di vir de rêveberiya AKP’ê dikeve kemîneke vekirî. Rast e kesê sefîrê Rûsî Karlov qetilkirî terorist e û endamê rêxistina terorê ye. Ji xwe kes li dijî vê jî nafikire. Lê eşkere û zelal e ku kujer Mevlût Mert Altintaş jî endamekî teşkîlata polîsên Tirk e. Nexwe eger ew kes terorist be, teşkîlata ku ew endamê wê ye ya ku wek teşkîlata polîsên Tirk tê binavkirin jî terorist e. Her wisa ev rêxistin û têkiliya bi terorê re heta komara Tirk jî dirêj dibe û diçe. Yên ev dewlet û teşkîlata polîsan jî bi rê ve dibin Tayîp Erdogan û Silêman Soylu ne. Gelo niha kî terorist û serek– terorist e ji aliyê Silêman Soylu ve hate fêmkirin?
Babeta duduyan jî, polîsê kujer li cihê bûyerê bi demdirêjî behsa bûyerên li Helebê dike û propagandaya çeteyên li wê derê dike. Li gorî nûçeyên di ajansan de hatîn belavkirin, bûyera qetilkirina sefîrê Rusî ji aliyê rêxistina ku berê wek Cephetûl Nusra û niha jî bi navê Ehrar El Şam tê naskirin girtiye ser xwe. Her wisa baş tê zanîn ku ev rêxistin ji aliyê AKP’ê ve hat xwedîkirin û parastin. Li gel vê rastiyê jî hîna rêveberên AKP’ê û selefiyên wan polîsê kujer wek endamê Fetoyê didin nîşan. Ango eger tê de rê bibînin wê bêjin ku PKK û TAK ê ev kir, lê dizanin ku wê cîhan tif bike ser rûyê wan. Di vir de MÎT’a Tirk, emniyet û dewleta Tirk li ser sûc hatîn girtin. Lewre Ehrar El Şam rêxistineke dewleta Tirk û ya AKP’ê ye. Ev telaşa bi Silêman Soylu û tevahiya rêveberên AKP ê girtî jî ji ber vê sedemê ye.
Xala sisêyan jî, li gel ku polîsê kujer demek dirêj li cihê bûyerê dimîne û propaganda dike, ne mûdaxeleya lezgîn tê kirin û ne jî hewla girtina wî tê dayîn. Ango polîsê kujer pêşî cînayetê pêk tîne, propagandaya xwe dike û taliyê dengê wî tê birîn. Bala xwe bidinê mîna ku ev hemû di pêş de hatibine sazkirin û yek bi yek jî hatine lidarxistin in. Ji xwe polîsê kujer di dema propangandê de dibêje, ez bi saxî ji vir dernakevim. Ango diyar e ku pêş de wisa hatiye sazkirin. Li gel ku hinde dem derbas dibe jî polîsê kujer nareve, li bendê dimîne ku bê kuştin. Dîsa li gel ku polîsê kujer wekî din êrîşê ti kesî jî nake, polîsên din li dewsa ku wî bigirin, lê dixin û bêdeng dikin. Lewre eger ku bê girtin dibe ku baxive û hevkarên xwe yên sûc bide girtin. Nexwe her tişt ji mêj ve hatiye sazkirin û wisa jî hat lidarxsitin.
Ev bûyer çiqas jî dişibe bûyera sê şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Wek tê zanîn piştî ragihandina dema destpêkirina mehkemeyê bersûc, Omer Guney di girtîgeha Fransa de hat kuştin. Diyar e ku ji îhtimala axivîna Omer Guney tirsiyan û ew jî hat bêdengkirin. Ji vir jî taktîkên AKP û MÎT‘ê ya li derve jî derdikeve holê. Pêşî qetlîam bike, cînayet bide kirin û piştre jî lêxe û bêdeng bike. Bûyerên endamê MÎT‘ê yê veşartî Omer Giney û polîsê kujer M. Mert Altintaş çiqas jî dişûbine hevdu!
Terora faşîst a AKP‘ê li derve li hemberê hêzên biyanî serî li van rêbazan dide, lê li hundir hîç hewcedarî bi veşartinê jî nabîne. Di qanûna ewlehiya hundir a faşîst ku di 30‘ê Cotmeha 2014‘an de hatî amadekrin de selahiyeta lêxistinê dane polîsan. Wek nimûne polîsê ku di dema berxwedana Geziyê de Ethem Sarisuluk kuşt bi 10 hezarî ve hat cezakirin. Ji xwe lêpirsîna qetlîamên li Cizîr, Sûr, Gever, Nisêbîn û Şirnexê jî hîç nayên rojevê. Terora AKP-MHP‘ê li Kurdistaê di asta tevkujî û liTirkiyeyê jî wek civak-kujî berdewam dike.
Niha diyar e ku yên ev qetlîam kirin, hikûmeta AKP û dewleta Tirk a di bin rêveberiya Tayîp Erdogan de ne. Ev bûyerên ku di demên buhurî de hatin kirin, niha wek kiryarên Fetoyê tên nîşandan, ev jî bê mane ye. Lewre derket holê ku haya Tayîp Erdogan ji kuştina Hrant Dînk jî hebû, wê demê serok-wezîr bû. Di van 14 salên dawiyê de her çi li Tirkiyeyê hatîn kirin û qewimîn di bin berpirsyarî û agahiya Tayîp Erdogan de ne. Her wiha Tayîp Erdogan tim xwe wek serek-fermandar dîtiye û pênase kiriye.
Niha ev dîktatorê tekperest yê ji xwe re serok-fermandar dibêje; li dijî Kurdan -seferberiya milî ya faşîst- îlan kiriye. Ango komkujiya ku sedsale berdewam dike, dixwaze bi rêya -seferberiya milî ya faşîst- ve bigihîne encamê. Her tişta ku ji aliyê AKP û dewleta Tirk ve tên kirin di çarçoveya wê seferberiyê de ye. Li Fransayê bêdengkirina Omer Guney, li Enqereyê qetilkirina sefîrê Rusî, komkujiya artêşa Tirk a li Minbic, Bab û Cerablûsê, bicihkirina leşkeran li Başîkayê û bênavber tehdîta li ser Şengalê, wêrankirina bajar û gundên Bakurê Kurdistanê û komkujiya li ser gel, dagirkirina şaredariyên BDP’ê; ji aliyê AKP‘ê ve, girtin û zindanîkirina rêveber û parlamenterên HDP‘ê jî, her tişt di çarçoveya -seferberiya milî ya faşîst- de tê kirin.
Seferberiya milî ya li dijî Kurdan banga vekirî ya komkujiyê ye. Ev bang xwe dispêre feraset û siyaseta îtihat – teraqiyê. Ango li ser qetilkirin û tinekirina gelên din, avakirina neteweyeke nû ye. Her wiha li ser tinekirina gelên din, avakirina dewleteke faşîst a Tirk e. Ev xet di serdema şerê yekê yê cîhanê de bi komkujiyên gelên Ermen, Rûm, Sûryan û Kurdan ve hat avakirin. Îro di serdema şerê sisêyan ê cîhanê de bi pêkanîna komkujiya Kurdan ve dixwazin bi encam bikin. Îro hevpeymana AKP, MHP û CHP‘ê di rastiyê de yekîtiyeke îtihatî ye. Ji xwe MHP tim parastina xeta îtîhadiyê kiriye. CHP jî versiyoneke wê xeta îtihadiyê ye. AKP jî ji bo parastina desthilata xwe bi wê xeta îtihadî re li hev kiriye û bûye nûnereke dilsoz a wê xetê.
Nexwe divê li dijî vê banga hevpeymana îtihadî ya faşîst a ku li dijberê gelê Kurd banga -seferberiya milî- dike, divê tevahiya hêzên demokratîk jî li ser bingeha azadiya gelê Kurd berxwedaneke komelî ya demokratîk birêxistin bikin û bimeşînin. Ev merceke nebe nabe ye û pêdivî ye. Tirkiye encax bi vî awayî ji faşîzmê tê rizgarkirin û dikare vegere welatekî azad û demokrasiyê. Tê zanîn ku cemiyeta îtihad û teraqiyê bi polîtîkayên hevreng ve Osmanî dan rûxandin û dawiya wê anîn. Eger bi berxwedana demokratîk ve pêşî lê neyê girtin wê AKP-MHP-CHP ku îro nûneriya Îtîhad û Teraqiyê dikin, Tirkiye ber bi rûxandinê ve bibin û dawiya wê bînin. Nexwe, divê li dijî vê feraseta dijminahiya gelê Kurd û polîtîkaya komkujer a faşîst, berxwedana demokratîk bê geşkirin û destûr neyê dayîn. Ango hebûn û siberoja Tirkiyeyê di demokrasiyê û di azadiya gelê Kurd de ye.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA