ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dostê Kurd Gyorgy Kakuk jiyana xwe ji dest da
Dostê gelê Kurd rojnamevan û siyasetmedar Gyrogy Kakuk ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Nobedarên vê hefteyê koma ji Kasselê ye
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê, 237 hefte ne bê navber dewam dike. Nobeda vê hefteyê ji aliyê komek ji 4 kesan a ji bajarê Kassel ê Elmanyayê ve tê girtin. -
Rewşa Awarte bi 3 mehên din hate dirêjkirin
Dema Rewşa Awarte ji 19'ê Çileyê heta 3 mehên din hate dirêjkirin. -
Li Bûrsayê 4 rêveberên HDP'yî hatin girtin
Di serdegirtinên roja Înê de ku li ser nûnertiyên HDP'ê yên taxên Emek û Cûmalî Kizik û navçeya Yenîşehîr û Yildirimê hatin lidarxistin, 4 HDP'yiyên hatin binçavkirin hatin girtin. -
3 gundên din hatin azadkirin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, 3 gundên din rizgar kirin. -
HDP'ê, pêkanînê li ser hevserokên giştî bire AYM'ê
HDP'ê, têkildarî pêkanînên li ser hevserokên giştî, serî li Dadgeha Distûra Bingehîn (AYM) da. -
Li Sêrtê girtin, li Enqere û Manîsayê binçavkirin
Li Sêrtê Sezek ê 80 salî û hevserokê DBP'ê jî di nav de 4 kes hatin girtin. Li Enqerê jî bi îdîaya endamê 'RedHack' kesek hate binçavkirin. Li Manîsayê jî Yûnûs Aydin bi gotina ku "Wê îfade bide" hate binçavkirin. -
Ji bo çalakiyên Qetlîama Parîsê, ji NAV-DEM’ê banga tevlîbûnê
NAV-DEM’ê, bi boneya salvegera Qetlîama Parîsê, di serî de meşa navendî ya 7’ê Çileyê, ji bo çalakî û aktîvîteyên ku ji hêla TJK-E û YJK-E tên organîzkirin banga tevlîbûna girseyî kir. -
Independentê li ser rêxistinbûna DAIŞ'ê ya li Rihayê nivîsî
Çeteyekî berê yê DAIŞ’ê ji rojnameya The Independent a Ingîltere re axivî û got bê ka DAIŞ li Tirkiyê çawa xwe birêxistin dike. -
Hin ji komên 'mûxalîf' hevdîtinên beriya Astanayê sekinandin
Gelek komên ku dihat plankirin beşdarî danûstandinên li paytexta Kazakîstan Astanayê bibin, pêşhevdîtinên di vî warî de sekinandin. -
'Tirkiye ji aliyê aborî ve hewcedarê Ewropayê ye!'
Di şîrove nûçeyeke Spîegel Onlîne de hat ragihandin, rewşa li Tirkiyeyê ku roj bi roj nebaş dibe, welatên Ewropayê dixe nava tirs û fikaran. Hat îdîakirin ku fikar heye, ev welat Rûsyayê tercîh bike. -
SMJÊ: Wê li dijî êrîşên li ser Şengalê çalakiyên protestoyî li dar bixe
Têkildarî êrîşên li ser Şengalê Koordînasyona Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) civînek li dar xistin û wê li Ewropayê rêzeçalakiyên protestoyî li dar bixin. -
Sosyalîstên ku li pêşiya Reînayê hatin binçavkirin hatin berdan
Ji bo qelîama Reînayê ya ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hate kirin protesto bikin, 15 sosyalîst hatibûn binçavkirin, karûbarên wan ên li edliyeyê temam bûn. -
Polîsan rê nedan ku rojnamevan ji 20 metreyan zêdetir nêzî Raînayê nebe!
Polîsan, rê neda ku rojnamevan nêzîkî cihê qetlîama Stenbolê pêk hatî bibin. -
Şahidê Komkujiyê: Polîs pir bi derengî hat
Yûsûv Kodat ku ji komkujiya Stenbolê xwe di nav qoltixan de veşartî û bi vî awayî xilas bûyî diyar kir ku polîs piştî komkujiyê bi 20 deqeyan hatin. Kodat got, di nav van 20 deqeyan de gelek birîndar ji ber herikîn xwîna zêde, jiyana xwe ji dest dan. -
Hollande: Fransa wê li dijî DAIŞ'ê li gel Iraqê be
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, piştî ku bi Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm re rûnişt, daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Wekîlê HDP'ê Ahmet Yildirim: Divê hikûmet îstifa bike
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Yildirim diyar kir, ku ji AKP berpirsyarê komkujiyan e û got, "Divê hikûmet îstifa bike." -
'Kujer li derve ne, sosyalîst jî di binê çavan de ne'
Endamên ESP, HDP û SGDF'ê xwestin, endamên wan ên ji ber şermezarkirina komkujiya Reîna hatin binçavkirin werin berdan. Di daxuyaniyê de hat gotin, komkujiya li Reîna encameke konsepta şer e. -
Parastina Ozgur Gundemê û nûçegihaniyê kirin
Di doza Ozgur Gundemê de, Rêveberê Weşanê yê Giştî Bilîr Kaya û Endamê Desteya Şêwrê yê Weşanê Bîlge Aykut Contepe parastin kirin. Contope got, "Ozgur Gundem ji bo vî welatî destketiyek bû." -
Li Bedlîsê polîsan jina ku tundî li ser hebû kire ajan
Jina bi navê S.K ku par li Betlîsê zewicî û bi sedema ku hevserê wê tundiyê lê dike serî li qereqolê da, weke şahida dozên siyasî derkete holê. Li gorî îfadeyên ku S.K dayî, gelek hevserokên bajêr ên HDP’ê û DBP’ê û hevşaredar hatin binçavkirin. -
Selahattîn Erdem: 2017 wê ji bo faşîzma AKP-MHP’ê bibe sala têkçûn û feşkilînê
Selahattîn Erdem di nivîsa xwe ya Yenî Ozgur Polîtîkayê de got, sala 2017’an wê ji bo faşîzma AKP-MHP’ê bibe sala têkçûn û feşkilînê û ev jî bi berxwedaneke antî-faşîst a ku bikaribe baş analîz bike, pêkan e. -
'Ciwanên bi hêrs' ên AKP'ê komkujiya li Stenbolê li xwe girt
Çeteyên DAIŞ'ê, ku ji aliyê AKP'ê ve weke 'ciwanên bi hêrs' hatin binavkirin, komkujiya li klûba Reîna ya Stenbolê di sersalê de hat kirin, li xwe girt. -
Hollande û Mahsûm li Bexdayê li hev rûniştin
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande çû paytexta Iraq Bexdayê û bi Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm re rûnişt. -
Lava: Tecrîda li ser Rêbertî tê şidandin
Lava: Divê jin û ciwan pêşengî ji çalakî û serhildanê re bikin. Lazim em jin ji her demê bêhtir xwedî li ser azadiya Rêbertî derkevin. Em sîstema Îmraliyê hilweşînin, tecrîdê rakin. -
Li dijî polîsan çalakiya bombeya deng
Li Taxa Kuçukçdîkîlî ya girêdayî navçeya Seyhan li dijî polîsên ku avahiya mîna qereqolê bikar tanî çalakiyeke bi bombeya dengan li dar xistin.