Terora li ser çapemeniyê di sala 2016'an de gihaşte asta herî bilind
Rejîma AKP/Qesrê ji bo komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê veşêre, gelek organên çapemeniya mûxalîf bi taybetî çapemeniya Kurd girt.
Rejîma AKP/Qesrê ji bo komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê veşêre, gelek organên çapemeniya mûxalîf bi taybetî çapemeniya Kurd girt.
Li dewletên wiha ku bi dîktayê têne birêvebirin, di serê hedefê de her dem organên çapemeniyê yên muxalîf hene. Rejîma dîkta bi vê armanc dike ku raya giştî ji rastiyan agahdar nebe, polîtîkayên xwe yên qirejî hewl dide bi vî rengî bidomîne. Li dewletên wiha ku bi sîstema ku xwe spartiya ser mêtingeriyê ev rewş tim tê dîtin, bi dehan salan e ku ev rewş li Tirkiyê bi awayekî sîstematîk tê birêvebirin. Li Tirkiyê jî ev bi dehan salan e , her yê ku tê ser desthilatdariyê organên çapemeniyê ji xwe re dike hedef û hewl tê dayin ku raya giştî ji rastiyê agahdar nebe. Çapemeniya Azad a Kurd jî ku ji Osmaniyan ve rastî li her cure zext, zordarî, îmha û înkarê tê, li gel her tiştî hewl dide ku raya giştî ji rastiyan agahdar bike, seraqet ji dewleta Tirk û partiyên desthilatdar re bûye hedef.
Kevneşopiya çapemenî-weşanê ya Kurd ku 22’yê Nîsana 1898’an li paytexta Misrê, Qahîreyê dest pê kirî, di tevahiya 118 salan de ku li pey xwe hiştiye, tim bi sansûr, bi polîtikayên înkar û îmhayê re hevrû bûye. Medyaya Kurd ku li derveyî welat dest pê kir û heta roja niha li gel polîtîkayên îmha û înkarê, li gel şertê qedexeyê û şertên giran ên aboriyê jî, tim têkoşîna mayinê daye, li gel hemû êrîşa li ser wê jî, îro hem di qada netewî û hem jî di qada navnetewî de xwedî toreke hêzdar e û di nav medyaya dinyayê de rengê xwe diyar dike. Medyaya Kurd a ku 22’ê Nîsana 1898’an dest pê kirî, destpêka wê weke mîlad tê qebûlkirin û her sal ev roj weke ‘’Roja Çapemeniya Kurd’’ tê pîrozkirin.
BI BÊDENGKIRNA ÇAPEMENIYÊ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ DANE DESTPÊKIRIN
Di vê pêvajoya berdest de, li gel ku li ser medyaya Kurd her cure êrîş hene jî, li gel van hemû cure êrîşkariyan jî hewl dide ku rastiyan bigihîne gel. Ji 2002’an, ji dema ku rejîma AKP/Qesrê li dewleta Tirk bûye desthiltdar, bi ser hemû aliyan ku xwedî ramaneke cuda ne, polîtîkayeke qirêj tê meşandin, lê di hedefa van êrîşan de herî pir medyaya Kurd heye. Di sala niha ya ku em tê de ne (2016) bi ser medyaya Kurd de, zext, zordarî, polîtîkayên îmha û înkarê gihaştine asta herî bilind. Rejîma AKP/Qesrê bi mebesta ku şerê wê yê qirêj dernekeve holê û gel ji rastiyan agahdar nebe, di serî de çapemeniya Kurd, ekranên hemû medyaya Kurd û muxalîf hatin tarîkirin, weşana wan hate sekinandin û deriyê wan hate kîlîtkirin. Bi vê jî ya ku tê armanckirin ew e ku bi rêya çapemeniyê di qada netewî û navnetewî de komkujiyên ku li Kurdistanê têne kirin, êşkence, binpêkirina mafê mirovan ji bo neyê nîşandan û parvekirin.
LI SER NÛÇEGIHANAN TERORÊ DIKIN
Lê Çapemeniya Azad a Kurd li dijî êrîşên bi vî rengî di rabirduyê de li gel ku berdêl daye jî ti caran bêdeng nemaye, hewldanên xwe yên agahdarkirina gel a ji rastiyan, di her şert û mercî de domandiye. 2016’an AKP/Qesr di serî Çapemeniya Azad a kurd, di nav çarçoweya terora bi ser nûçegihanan de 278 nûçegihan binçav kirin. Piraniya wan Kurd, di encama terora AKP/Qesrê de, 11 jê xwedî îmtîyazên saziyên çapemenî-weşanê û midûrê karê nivîsê 128 nûçegihan aniha li Tirkiyê li girtîgehan in. Bİ sedan nûçegihan têne lêpirsîn, dozên wan hene. Bi sedan nûçegihanên muxalîf ji ber sedema zext û zordariya li ser wan neçar mane ku ji karê xwe dûr bikevin. Nûçegihanên ku di ser hesabên xwe yên medyaya civakî re agahdariyan parve dikin, têne deqkirin û gilhê wan li saziyên fermî yên dewletê têne kirin. Dîsa 64 rojname û ajans hatin girtin, di heman demê de 64 qenalên TV’yan û radyo jî hatine girtin.
DI SALA 2016’AN DE LI TIRKIYE Û GELEMPERIYA HERÊMÊ 15 NÛÇEGIHAN HATIN KUŞTIN
Li Tirkiyê û herêmê di nav çarçoweya zext, zordarî, îmha û înkarê de 15 nûçegihan hatin kutşin. Hin ji wan ev in: Berpirsê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş, xebatkarê Azadiya Welat Omer Baran, nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed, nûçegihanê Ajansa Roj Wedat Hisên Elî, kameravanê Kurdistan TV Mistefa Seîd, edîtorê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol, endamê Cemîyeta Nûçegihanê Tirkiyê Sitkî Uluç, ji Navenda Çapemeniya YPJ’ê Ronahî Omer, nûçegihan Mustafa Cambaz, nûçegihanê Rus, Pavel Şeremet, nûçegihanê Holandî Jeroen Oerlemans, nûçegihanê Tirkmen Necmettîn Haceroglu, nûçegihanê Sûriyeyî Mihemedd Zahir El Şerkat, wênegirê foto yê televîzyona El Sumeriye Alî Rîsan, nûçegihana Tarim Tv Gulşen Yildiz.
RÛYÊ XWÎNÎ YÊ RTUK'Ê
2016’an Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) bi fermana AKP/Qesrê, beriya ku hişyariyê bide lîsansên weşanê yên bi dehan TV û rojnameyan girtin. Bi îdîaya ku bi avaniya paralel re têkildar e bi awayekî ne hiqûqî mafê weşan:ê û lîsansa da sekinandin. Lîsteya TV û radyoyên ku mafê wan ê weşanê û lîsansa wan hatin rawestandin: TV, Samanyolu Haber, Samanyolu Haber Radyo, Can Erzincan TV, Kanal 124, Yumurcak TV, Hira TV, MC TV, Dunya TV, Kanal Turk, Bugun TV, Mehtap TV, Berfin FM, Kanal Turk Radyo, Burç FM, Samanyolu Haber Radyosu, Radyo Mehtap, Haber Radyo Ege, Dünya Radyo, Radyo Kure, Merkur TV, Esra Radyo, Tuna Shoping TV, Samanyolu Haber Radyo Anadolu. Piştre bi Rewşa Awarte re ku piştî 15’ê Tîrmehê bi henceta hewldana darbeyê hate ragihandin, 16 televizyon, 3 ajansên nûçeyan, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar, 29 weşanxane û qenalên belavkariyê hatin girtin Qenalên televizyonan ên ku hatin girtin wiha ne: Barış TV, Bugun TV, Can Erzîncan TV, Dunya TV, Hira TV, Irmak TV, Kanal 124, Kanalturk, İMC TV, Mehtap TV, Merkur TV, Samanyolu Haber, Samanyolu TV, SRT TV, Tuna Shopping TV, Yumurcak TV. Ajansa Cihan Haber , Ajansa Muhabir Haber û Ajansa SEM Haber. Ji ajansa Cîhan Haberê ku nêzîkî cemeta Gulen tê zanîn û AKP’ê dest li ser rêveberiya wê danî, 60 kes ji kar hatin avêtin.
DI WEŞANA ZINDÎ DE ÊRÎŞ ANÎN SER ÇAPEMENIYÊ
Ji ber sedema ku zexta li ser nûçegihanan zêde bû, televizyon hatin girtin û gelek nûçegihan û piştevanên wan hatin girtin, nûçegihan biryar dan ku werin cem hev û însîyatîveke bi navê ‘Ez jî Nûçegihan im’ , ava kirin. Kampanyaya #BenGazeteciyim ku bi mebesta ku balê bikişîne ser zext û zordariya li ser çapemeniyê ya li Tirkiyê û dengê xwe li dijî vê derxînin, li Twîtterê bi demkurtî bû rojev. Dîsa di nav çarçoweya terora bi ser çapemeniyê de bi henceta ku ‘propagandya rêxistinê kirie’ bi ser Rojnamayea Ozgur gundemê de gritin, ku ji hêla Dadgeha Cizayê yê Sulh a 8. me bi demdemî hatibû girtin. Gelek nûçegihan hatin girtin. Di weşana zindî de êrîş birin ser nûçegihanên IMC TV, polîsan nehiştin ku li ber bînahiya rojnameyê dîmen werin girtin û nasnameya kesên ku dihatin kontrol dikir. Gelek nûçegihan bi van serdegirtin û lêgerînan de hatin binçavkirin.
Yên hatin binçavkirin: Gunay Aslan, Reyhan Hacıoglu, Ender Ondeş, Dogan Guzel, Ersin Çaksu, Kemal Bozkurt, Sînan Balik, Onder Elaldi, Davut Uçar, Zana Kaya, Fırat Yeşilçinar, nûçegihanê Ajansa Dîcle Haber Mesut Karnak, Nûçegihanê İMC TV Gülfem Karataş û kameravanê İMC TV Gokhan Çetîn. Tîmên taybet danîn ser her qada bînahiyê ya rojnameyê ya
WEŞANÊN SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ YÊN KURD HATIN TARÎKIRIN
Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de BHQ) Hayatin Sesî Tv, Denge Tv, Jiyan TV, Zarok TV, Govend TV, TV 10, Azadî Tv, Van TV, Mezopotamya TV jî di nav de bi tevahî 12 TV, Radyo Ses, Radyo Dunya, Radyo Yon, Ozgur Guneş Radyo, Dogu Radyo jî di nav de weşana 11 radyonan hate rawestandin. Navê 12 TV û 11 radyoyan RTUK’ê da TURKSAT’ê û ji van ên ku navên wan hatin dayin, yên ku peykê weşana xwe dikirin hatin rawestandin. Bi vî awayî careke dî zextên AKP/Qesrê yên li ser çand, ziman û baweriyan deşîfre bû. Dema ku mirov li van geşedanên Tirkiye binere, tê dîtin ku çapemenî qet ne azad e, di şexsê çapemeniya azad de ku tê sansûrkirin, reng, ziman, çand, bawerî tine têne hesibandin û hewl tê dayin ku werin tinekirin. Tenê meha Îlonê 23 radyo û televizyon hatin girtin. Di vê mehê de 18 nûçegihan hatin binçavkirin û 11 ji van hatin girtin. Pasaporta 46 nûçegihanan hate betalkirin û hate astengkirin ku derkevin derveyî welat. Polîsan bi ser 5 saziyên çapemeniyê de girt. Ji ber ku xwedî li Ozgur Gundemê derketine li ser 27 nûçegihanan doz hate vekirin. Ev meh bû yek ji wan mehan ku çapemeniya muxalîf gelekî hate bêdengkirin. Hem hate bêdengkirin, hem dest li ser malê wan hate danîn û hem jî hatin mohrkirin.
TERORA LI SER ÇAPEMENIYÊ DERBASÎ QADA NAVNETEWEYÎ BÛ
2016’an terora AKP/Qesrê ya li ser Çapemeniya Azad a Kurd ji sînorên Tirkiyê bihurî derbasî sînorên navnetewî bû. 2’yê Cotmehê bi zexta AKP/Qesrê Med Nûçe û Newroz Tv ku li ser şîrketa Eutelsatê ya Fransiz, li Ewropa weşana xwe dikirin, hatin tarîkirin. Rejîma AKP/Qesrê astengî û sansûra li pêş agahdarbûna gel tevahiya salê domand, li ser înternetê jî ev êrîşkarî 4’ê Mijdarê pêk anîn, dema ku êrîşên qirkirina siyasî bi ser HDP’ê de anî. Fatoreya qedexeyan weke 35 milyon dolarî li ekonomiyê vegeriya. Dîsa bi talîmatê hate xwestin ku serwîsên VPN’ê werin girtin. Armanca ve jî ew bû ku bikarhêner nikaribin hesabên xwe yên medyaya civakî vekin.
LI DIJÎ ZEXTA LI SER ÇAPEMENIYÊ NERAZÎBÛNA NAVNETEWEYÎ
03 Mijdar 2016: Rêxistinên Nûçegihanên ên navdar ji Tirkiyê civîna bi lezginî xwest. 14 rêxistinên navneteweyî yên çapemeniyê diyarkirin ku ew ji girtina saziyên çapemeniyê yên bi BHQ’yan û ji operasyona li ser Cumhuriyetê aciz in û bang kirin ku ‘’binê dewleta hiqûqê neyê qewartin’’
Di nameya bangkirinê de, ku bi lezginî civîn dixwest û xîtabî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dihate kirin, binçavkirin, girtin hatin şermezar kirin û wiha hate gotin: ‘’ Em weke koalîsyona navnetewî ku ji rêxistinên azadiya derbirî û çapemeniyê yên dinyayê pêk tên, em weke endamên ku îmzeyên xwe dane, operasyona li ser Cumhuriyetê û girtina 15 saziyên çapemeniyê yên Kurdan, bi mebesta ku civînekê bi lezginî dixwazin vê nameyê dinivîsin.’’ Di nameyê de hate gotin ,’’ev pêngav em ji kûr ve aciz kirin’’ . Yên ku îmzeya wan li bin nanmeyê hebû: The International Press Institute (IPI), The Committee to Protect Journalists (CPJ), Reporters Without Borders (RSF), The International Federation of Journalists (IFJ), The European Federation of Jorunalists (EFJ), ARTICLE 19, Index on Censorship, The Ethical Journalism Network (EJN), PEN International, The World Association of Newspapers and News Publishers (WAN-IFRA), The South East Europe Media Organisation (SEEMO), IFEX, Association of European Jorunalists (EAJ) ve The European Centre for Press and Media Freedom
Di nameyê de hate gotin, girtina 15 saziyên çapemeniyê yên bi BHQ’yan bi mebesta kontrolkirina hemû çapemeniyê ye û hate gotin, ‘’Bi êrîşa bi ser Cumhuriyetê de ku li Tirkiyê ji kêm jêderkan e ku nûçe û şîroveyên rexneyî tê de cih digirin, ev pêngav di heman demê de nûnerê rêxistina mafê mirovan ê navneteweyî yên navdar jî dike hedef, vê bi me re aciziyeke kûr çêkiriye.’’
SIBE: Êrîşên bi ser Rojnameya Ozgur Gundemê de ku dibêje, ‘’RASTÎ WÊ DI TARIYÊ DE NEMÎNIN’’