BI DÎMEN

Konferansa 'Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst' cara 3. tê lidarxistin

Konferansa bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Jinûve Avakirin", wê di navbera 14-16'ê Nîsanê de li Hambûrgê bê lidarxistin.

Konferansa navneteweyî ya bi navê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" ku di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de yekemcar di sala 2012'an de pêk hat, îsal  cara sêyemîn tê lidaxistin. Konferansa îsal bi sernavê "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3: Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Jinûve Avakirin", di navbera 14-16'ê Nîsanê de li Hambûrgê pêk tê.

Ji gelek welatan wê akademîsyen, zanyar, lêgerînerên li jiyana alternatîf beşdarî konferansê bibin û mijarên; jineolojî, dîroka ekolojiyê, felsefe, kapîtalîzm, berxwedan û avakirina jiyana nû binirxînin. Konferans ji aliyê Network for an Alternative Ques (Tevna Lêgerîna Alternatîf) ve tê organîzekirin. Ji berdevkên Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re-Aştî ji Kurdistanê re Havîn Guneşer û Reîmer Heîder, li ser konferansê ji ANF'ê re axivîn.

'PIRTÛKÊN OCALAN BI 10 ZIMANÊN ROJAVAYÎ HATIN WERGERANDIN'

Havîn Guneşer bibîr xist, ku însiyatîfa wan di Adara sala 1999'an de hatiye avakirin û got, "Ev 18 sal in ev xebat ên meşandin. Ji gelek qonaxan derbas bûn û gihîştin roja îro. Ev qonax, li gorî mercên Birêz Ocalan bûn. Di kampanya azadiyê de, ji bo rakirina cezayê îdamê heta daxwaza azadiya Birêz Ocalan gelek xebat hatin meşandin. Di salên dawî de bi giranî pirtûkên Birêz Ocalan hatin wergerandin û paradîgmaya wî hate nasandin."

Guneşer ragihand 10 pirtûkên Ocalan bi zimanên rojavayî hatine wergerandin û di meha Gulanê de jî wê pirtûk werin weşandin.

'DI KONFERANSÊ DE EM Ê BALA XWE BIDIN SER ALTERNATÎFAN'

Havîn Guneşer bibîr xist, yekemîn konferansa wan a "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" di sala 2012'an de hatiye lidarxistin û wiha dewam kir: "Bi gelek derdoran re tevnek hate avakirin. Konferansa duyemîn di sala 2015'an de hate lidarxistin. Li gorî ya yekemîn, hê kûrtir bû. Gelek derdor û akademîsyen tevlî bûn. Nîqaşên cidî hatin kirin. Zêdeyî 1200 ciwan tevlî bûn. Me xwest platformekê bafirînin ku mirov lê nêrînên xwe parve bikin. Ev yek pêk hat."

Guneşer destnîşan kir, ku ew ê di konferansa 3. de bi giranî li ser alternatîfan bisekinin.

'WÊ JI GELEK DEVERÊN CÎHANÊ TEVLÎBÛN ÇÊBIBE'

Reîmer Heîder jî diyar kir, konferansên wan li cîhanê deng vedane û got, "Ji ber ku konferansa duyemîn gelekî serketî derbas bû, yên tevlî bûn reklamê wê dikin. Gelek kesan jî qeyda xwe çêkirin. Ji Fînlandiyayê, ji Îtalyayê koman xwe qeyd kirin. Ji DYA wê gelek mirov bi derfetên xwe bên. Qiseker wê ji gelek welatan bin. Wê akademîsyen hebin, dîsa endamên tevgerên Latîn Amerîkayê bên. Em dixwazin tecrûbeyên tevgera Kurd û tevgerên alternatîf ên li cîhanê bînin berberî hev û bi vî rengî encamekê jê derxînin."

Konferans wê bi Îngilîz, Elmanî, Kurdî, Tirkî bi giştî bi 7 zimanan bê tercûmekirin. Agahiyên berfireh ên li ser konferansê ji vê navnîşanê dikare bên peydakirin:  http://www.networkaq.net