Bi hezaran kesan li Erdîşê gotin 'NA'

Di mîtînga referandûmê ya li Erdîşê ku ji aliyê rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr ve hatî organîzekirin, hezaran kesan di mîtîngê de gotin 'Na, Na, Na'

Di çarçoveya xebatên referandûmê de, hezaran kes tevlî mîtînga 'NA' ya li Erdîşê bûn. Gel bi rengê xwe berê xwe dan qada mîtîngê. Jin û zarokan bi rengên xwe yên pîroz ku hatin qada mîtîngê dîmenên rengîn derxistin holê.  Hevserokên HDP'ê yên bajêr Yakûp Ataş, Gulistan Orhan, Rêveberên DBP'ê yên bajêr, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan tevlî mîtîngê bûn.


Piştî deqeyek rêzgirtinê, destpêkê Hevserokê HDP'ê yê navçeya Erdîşê Yavûz Yûcel Agaoglû axivî û ji bo tevlîbûna gel spasî ji gel re kir û diyar kir ku li dijî zaliman wê bersiva pêwîst di 16'ê Nîsanê de were dayîn.

BOTAN: BERSIVA HERÎ BAŞ WÊ DI 16'Ê NÎSANÊ DE WERE DAYÎN
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî û diyar kir ku dema Erdîş tê gotin destpêkê qetlîama Zîlan tê bîra wan û wiha got; "Feraseta îro, di Robarê Zîlanê de 325 gund û 15 hezar mirovên me bêyî ku bibêjin jin an jî zarok e, hatn qetil kirin. Feraseta îro bi sala 2017'an re carek din xwe nû kiriye.  Li çar parçeyên Kurdistanê qetlîam tên kirin. Mantikê van qetlîman dixwazin li Şengal, Kerkuk û li Rojava gel tine bikin. Ji ber vê sedemê bi DAIŞ'ê re li hev kirin. Armanca wan ev bû ku destkeftiyên gel tine bikin. Em ê bersiva herî baş bi hev re di 16'ê Nîsanê de bidin."
KAYA: EM Ê PROJEYA MIROVAHIYÊ PÊK BÎNIN
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ji axivî û diyar kir ku armanca wan welatekî bi aşitî û aramî ye û wê ji referandûmê re carek din bêjin NA û daxwazên xwe yên aşitiyê derxînin pêş. Kaya wiha domand; "Bi hemû bawerî û mezheban ku 80 milyon tenê ji bo aramî bijîn, kom dibin. Em ji bo daxwazên xwe yên aşitiyê dubare bikin, di nava piştgiriyê de ne. Em vana tenê ji bo jiyîna bi hevre û bi şeref, dixwazin. Wek HDP ji bo ku em projeya mirovahiyê pêk bînin em ligel gelê xwe têdikoşin. Ji bo ku daxwazên me pêk werin, weke gelê ku bedel dayî em li vir in û em li ser piyan in. "
Mitîng bi stran û govendê bi dawî bû.