Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê ji 11’ê Rezbera 2016’an û vir ve qeyyûmên şandine ser şaredariyên DBP’ê û pêkanînên qeyyûman bi raporekê eşkere kir. Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê Emîne Ozmen, Hevşaredara Batmanê Gulîstan Akel a ku ji peywirê hatiye dûrxistin û Hevşaredara Hezroyê Guler Ozavci beşdarî civînê bûn ya ku li Navenda Giştî ya DBP’ê hate li dar xistin.
QEYYÛM Û GIRTIN
Ozmen diyar kir ku, bi pêvajoya şer a ku di sala 2015’an de dest pê kir, hevşaredarên DBP’ê hatin girtin û got, “Bi 11’ê Rezbera 2016’an re qeyyûm şandin ser şaredariyên DBP’ê yên ku eleqeya wan bi derbeyê tune bûn. Heta 27’ê Adara 2017’an, ji nav 103 şaredariyan qeyyûm şandine ser 83 heban, 89 hevşaredar jî hatine girtin. Di vê raporê de bi peywirdarkirinên qeyyûman re pêkanînên walî û kaymakamên ku dest danîne ser şaredariyan hene. Di daneyên raporên de jî tên dîtin, peywirdarkirinên qeyyûman ne bi tenê rêya siyasî ya hikumetê diyar dike, di heman demê de hewl dane endazyariyeke civakî pêk bînin û wekheviya zayendiya civakî, piralîya çandî û pêvajoya sekinandina asîmîlasyonê yên ku ji sala 1999’an vir ve didome, berevajî bikin.”
‘NAVENDÊN JINAN HATIN GIRTIN, ÊZIDÎ XISTIN KAMPAN’
Ozmen diyar kir ku bi peywirdarkirinên qeyyûman re, her mekanîzmaya ji bo wekheviya zayendî ya civakî ji holê rakirine û 37 navendên jinan hatine girtin ên bi ser şaredariyan yan jî bi şaredariyan re projeyên hevpar amade kirine.
Ozmen diyar kir ku, di Gelawêja 2014’an de bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê re, Êzidiyên ku hatin bajarên herêmê û li kampan man, bêyî xwesteka xwe ji van kampan hatine derxistin û li kampên AFAD’ê yên li Midyayê hatine bi cih kirin. Ozmen bal bir ser vî tiştî ku DBP li ser rêçika “Şaredariya Pirzimanî û Pirçandî” ye û diyar kir ku, qeyyûman xebatên çandî yên ji sala 1999’an û vir ve didomiyan jî ji holê rakirine. Ozmen destnîşan kir ku, qeyyûman dest danîne ser xebatên avakirina bîrê û bîrdariyê yên li ser binpêkirinên mafan û got ku, “Muzeya ji bo Girtîgeha Leşkerî ya bi nimreya 5’an a Amedê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew amade dikir hate girtin, Bîrdariya Roboskiyê ya li Amedê û Bîrdariya Orhan Dogan a li Cizîrê jî hatine hilweşandin.”
Ozmen bal bir ser vî tiştî ku çavkaniyên şaredariyên DBP’ê û tesîsên wê ji bo berjewendiyên siyasî yên AKP’ê tên bi kar anîn û got, “Dema mirov li çalakiyên çandî û civakî yên şaredariyên ku qeyyûm çûne ser dinihêrin, mirov dibîne ku ji dêvila feraseta wekheviya zayendiya civakî û piraliya çandî, feraseta Îslamiyet û girêdayîbûna dewletê tê dîtin.”
ÎXRAÇ
Ozmen diyar kir ku, piştî qeyyûman bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de xebatkar ji kar hatine derxistin û li gorî daneyên TUMBELSEN’ê li şaredariyên DBP’ê 2022 kes hatine îxrac kirin û 585 xebatkar jî xebatkariya wan hatine sekinandin.
‘DIXWAZE LI GORÎ ÎDEOLOJIYA XWE VEGUHERÎNE…’
Emîne Ozmen rapora 11 rûpelî xwend û di encamê de ragihand ku:
“Di navbera salên 1999-2015’an de ya ku têkiliyên Tirkiyeyê yên ligel Yekîtiya Ewrûpayê bi pêş ve diçûn, li Kurdistanê asta demokrasiya herêmî dem bi dem diket jî, di civakê de pêşketinên girîng pêk hatibû. Qeyyûman van mekanîzmayên demokrasiya herêmî ji holê rakirin. Di raporê de jî tê dîtin ku, destdanîna ser şaredariyan ne ji bo parastina berjewendiyên gel e, berevajî wê ji bo parastina berjewendiyên siyasî yên hikumetê ne. Tê dîtin ku, qeyyûm dixwazin avadaniya siyasî û civakî li gorî îdeolojiya hikumetê veguherînin û çavkaniyên şaredariyan jî di vê çarçoveyê de de bi kar tînin. Ji ber vê jî divê şaredarên girtî serbest werin berdan, meclîsa şaredariyê ji nû ve were ava kirin û qeyyûmtî ji binî ve were betal kirin.”