Ciwanên Azad: 13'ê Nîsanê em deng bidin grevên birçîbûnê!

Ciwanên Azad ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, ku ketin roja 56'an, wê roja 13'ê Nîsanê li Strasborûgê çalakiyê çêbike. Ciwanên Azad bang kir ku her kes tevlî bibe.

Koordînasyona Ewropa ya Ciwanên Azad daxuyaniyeke nivîskî da û bang kir ku her kes tevlî çalakiya dijî êşkence û tehdeya li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê bibe.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Girevên birçîbûnê yên li zindanan enca polîtîkaya şerê qirêjî ye ku faşîzma AKP û Erdogan li Kurdistanê didomînin. Bi taybetî jî ji bo ku pirsgirêkên xwe yên vê dema dawî dijî çareser bike û hebûna xwe bidomîne êrîşê dibe ser Kurdan û hêzên demokrasiyê."

13'Ê NÎSANÊ LI STRASBOÛRGÊ

Çalakgeran diyar kirin greva birçîbûnê hatiye rewşeke krtîtîk û bang li hemû welatparêz, demokrat û sosyalîstan kir û wiha got: "Di serî de ciwan em bang li hemû raya giştî ya bihîstyar dikin ku ji bo li berxwedana zindanan xwedî derbikevin, 13’ê Nîsanê, Pêrşemê saet 13.00’an her kes were çalakiya Strasboûrgê a li ber bînahiya CPT’yê."