Parlamenter Encu ji gelê Botanê xwest dengê NA bide
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu ku girtî ye, nameyek ji gelê Şirnexê re şand û got, "Ji bo ser bêhiqûqiyê neyê girtin, ji bo demokratîk neyê tevizandin, em bêjin NA."
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu ku girtî ye, nameyek ji gelê Şirnexê re şand û got, "Ji bo ser bêhiqûqiyê neyê girtin, ji bo demokratîk neyê tevizandin, em bêjin NA."
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Kandira ya Kocaeliyê tê girtin, der barê referandûmê de nameyek ji gelê Şirnexê re şand.
Nameya Encu wiha ye:
"Hevşehriyên min ên hêja, jin û mêrên leheng ên Botanê, hevrêyên Mehmet Tûnçan, Pakîzeyan û Dayikên Taybet!
Rojên heyî, rojên herî girîng û herî zehmet ên dîrokê ne. Di van rojên zehmet û gelekî girîng de, em bi erk û berpirsyariya xwe dizanin. Bêguman Botan jî bi vê berpirsyariya xwe dizane. Gelekî bextewar, bi rûmet û serbilind im, ji ber ku wekîlê gelekî mîna we me, ku li her tax, kolan û malê we berxwedêr û lehengên destanî vehewandine. Ev yek jî berpirsyariya min qat bi qat zêde dike.
Gelê Şirnexê yê hêja,
Zilma ev du sal in li Kurdistanê û Tirkiyeyê tê kirin, hewldanên rêveberiyeke despot a ji bo otorîterbûyînê ye. Ev desthilatdarî, ku nirxên hiqûq, demokrasî, exlaq û wijdanî tine dihesibîne, hewl dide li şûna van nirxand, despotîzmê bi cih bike. Li dijî vê desthilatdariyê, çawa ku hûn duh bi serbilindî sekinînin, ez bawerim hûnê heman seknê îro jî nîşan bidin.
Gelê Botanê yê hêja,
We gelekî êş kişand. Ev êşên ku me bi hev re dît û di hiş û mejiyê min de bi cih bûn, heta ku emrê min têrê bike, ez ê di nava her şert û mercî de bînim ziman û têkoşîna ji bo maf, hiqûq û edaletê bidomînim. Dilsoziya bi bîranîna mirovên me yên li jêrzemînên Cizîrê bi saxî hatin şewitandin, dilsoziya bi Cemîle ku ji bo cenazeyê wê nerize bi rojan di daricnê de hate hiştin, dilsoziya bi Dayika Taybet ku cenazeyê wê bi rojan li naverastê hate hiştin, dilsoziya bi pitik Mîray û Pakîzeyan, Sêvêyan, Fatmayan, Mehmet Tûnçan, armanca me ya herî mezin e.
Dostên hêja,
Weke ku hûn jî zanin, Serokkomar Erdogan û hikumeta AKP'ê ji bo zilm û desthilatdariya xwe zexm bikin, welat xistin nava referandûmekê. Bi guhertina destûra bingehîn re, ku 16'ê Nîsanê pêşkêşî dengdanê tê kirin, dixwazin bêhiqûqiya ku heta niha li bajarên Kurdan û gelemperiya Tirkiyeyê kirine binixumînin û vê zilmê bidomînin. Pêwîste gelê Botanê, li hemberî vê hewldana nixumandina bêhiqûqê, li dijî pûçkirina demokrasiyê bêje NA.
Ji her kesî re silav û rêzên xwe dişînim."