Hatina penaberan ji bo Elmanyayê bi yek ji sê paran kêm bû
Di nava sê mehên destpêkê yên vê salê de, hejmara penaberên hatin Elmanyayê, li gorî heman serdema par, yek ji sê paran kêm bû.
Di nava sê mehên destpêkê yên vê salê de, hejmara penaberên hatin Elmanyayê, li gorî heman serdema par, yek ji sê paran kêm bû.
Li gorî daneyên ji aliyê Daîreya Penaberan û Koçberiyê ya Federal (BAMF) ve hatin weşandin, ji meha Çileyê heta meha Adarê, 47 hezar 300 penaber hatine Elmanyayê. Ev hejmar par di heman serdemê de 107 hezar bû.
Li gorî daneyên BAMF'ê, îsal di sê mehên destpêkê de 60 hezar kesî serlêdana penaberiyê kir. Ev hejmar li gorî heman serdema par, yek ji sê paran kêm e.
RÊJEYA QEBÛLNEKIRINA SERLÊDANAN JI SEDÎ 54 E
Di heman serdemê de BAMF'ê li ser 222 hezar 395 serlêdanan biryar da û tenê yek ji pênc parên serlêdanan pejirand. Der barê nîvê serlêdêran de biryara mayînda demkî yan jî dersînornekirinê hate dayîn. Rêjeya serlêdanên nehatine qebûlkirin jî ji sedî 54 e.
Hat ragihandin, BAMF'ê li ser 278 hezar serlêdanan jî hê biryara xwe nedaye.