BI DÎMEN

Li Ewropayê, çalakiyên ji bo grevên birçîbûnê zêde dibin

Ji piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Ji piştgiriya grevên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Kurdistaniyan ji bo balê bikîşnin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zext û binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan biqedin, balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û piştgiriyê bidin grevên, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Çalakî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê dest pê kir û wê sibe li herêma li pêşberî avahiya Yekîtiya Ewropayê ya li Viyanayê bidome. 30 kes ketine greva birçîbûnê. Çalakî wê di rojên pêş de bi tevlîbûnên nû dewam bike.

BREMEN

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê, li pêşiya Parlamenta Eyaleta Bremenê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek belavokên li ser armanca çalakiyê hatin belavkirin û dosyayek li ser heman mijarê radestî rayedarên parlamentê hate kirin.

Çalakgeran xwestin hikûmetên eyaletê û federal û raya giştî der barê mijare de bi berpirsyarî rabin.

KARLSRÛHE

Endamên Ciwanên Azad, li bajarê Karlsrûhe yê Elmanyayê, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û referandûma di 16'ê Nîsanê de bê lidarxistin, konê agahdarkirinê vedan.

Kon li Lûdwîgsplatzê hate vedan û posterên 'NA' û alên HDP'ê pê ve hatin daliqandin. Di çalalkiyê de li ser grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin û ev belavok gelek caran hate xwendin.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê jî greva birçîbûnê dest pê kir. Grev wê 3 rojan bidome. Çalakger ji serê sibehê saet 08:00 heta 20:00 li Pîzza Venîzîayê çalakiya xwe didomînin. Bi şev jî çalakî li Navenda Çanda Kurd a Araratê dewam dike.

STOCKHOLM

Li meydana Medborgarplatsen a paytexta Swêd Stockholmê, bi armanca piştgirîdayîna girtiyên di grevên birçîbûnê de ne, saet di 18:00 de çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pek hat û 4 kesên roja Înê li Stockholmê di êrîşa terorê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Kurdê Kasirga di çalakiyê de axivî û bibîr xist, grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê di asta krîtîk de ye û rîskeke mezin li ser jiyana girtiyan heye.

Bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate kirin, ku zextê dewleta Tirk bikin ji bo dest ji polîtîkayên xwe yên qirkirinê û êrîşan berde û piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de ne.

Di çalakiyê de ji bo raya giştî ya Swêdê li ser mijarê bê agahdarkirin belavok hatin belavkirin.

ÛPPSALA

Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swêdê dijîn, bi heman armancê duh êvarê xwepêşandanek lidar xistin.

Çalakî li meydana Storatorgatê pêk hat û çalakgeran wêneyên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, parlamenterên HDP'ê yên girtî ne û pankartên ku dewleta Tirk û AKP'ê şermezar dikin, hilgirtin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser grevên birçîbûnê yên li zindanan û hat destnîşankirin, ku girtî bitenê nînin. Li vir jî bang li raya giştî ya Swêdê, rêxistinên civakî yên sivîl û hikumeta Swêdê hate kirin ku li ber polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk rabin û piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan.

Di çalakiyê de tim û tim bi Kurdî û Swêdî dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Berxwedêrên zindanan ne bi tenê ne", "Ji terora Erdogan û DAIŞ'ê re êdî bes e" û "Bêdeng nemîne" hatin qîrîn.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, endamên meclîsa Parîs TEV-ÇAND'ê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li zindanan, çalakiyek lidar xistin.

Çalakger saet di 19:00 de li ber avahiya Opera ya Parîsê li hev civiyan, belavok li ser rewşa girtiyên di grevên birçîbûnê de ne belav kirin, li ser mijarê lîstikek şano pêşkêş kirin û li ber erbaneyê dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" qîriyan.

Di çalakiyê de bang li Kurdistanî û şoreşgerên li Ewropayê dijîn hate kirin, ku bibin dengê berxwedêrên zindanan.

VÎLLÎER LE BEL

Li banliyoya Vîllîer Le Bel a Parîsê, endamên meclîsa gel, Jin ên Azad û Ciwan ên Azad, li ber stasyonê li hev civiyan û meşiyan. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û Hevserokê Meclîsa Gel a Vîllîer Le Bel Dogan Kahraman axivî. Kahraman xwest, daxwazên girtiyên di grevên birçîbûnê de ne, tavilê bicih werin anîn.

Her wiha ji bo çalakiya li ber avahiya Parlamenta Fransayê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê mîtîngek li meydana Canebîerre hate lidarxistin. Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê Azad Evîndar li mîtîngê axivî û anî ziman, dewleta Tirk ji sala 1980'ê û vir ve dixwaze vîna Kurdan teslîm bigire. Evîndar diyar kir, ji bo vê yekê serî li her şêwe lîstik û polîtîkayên qirêj daye û got, "Lê dike nake nikare vîna Kurdan teslîm bigire."

Di çalakiyê de, ji bo çalakiyên dawiya hefteyê banga tevlîbûnê hate kirin. Îro jî wê li Marsîlyayê greva briçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dest pê bike.

LI YEWNANÎSTANÊ JÎ WÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ BIKE

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî, wê ji 12'ê Nîsanê û pê ve greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dest pê bike. Meclîsa Gel a Yewnanîstanê li ser çalakiyê agahî da û got, "Çalakiya me wê bi şiyara 'daxwaza we daxwaza me ye' li meydana Syntagmayê bi komên ji 10 kesan dest pê bike. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li daxwazên girtiyan derkevin."

Hat ragihandin, roja 15'ê Nîsanê saet di 17:00 de jî wê meşek bê lidarxistin.