ROJANE
Hemû Nûçe
-
Zekî Gul: Asta krîtîk dest pê kir, dibe ku pirsgirêk rû bidin!
Dr. Zekî Gul diyar kir, ji bo her kesê di greva birçîbûnê de ye asta krîtîk diguhere, lê piştî roja 50'î êdî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dest pê dikin. Gul got, di rojên navbera 60 û 80 de, dibe ku pirsgirêkên gelekî giran rû bidin. -
CÎK: Ji bo siberojeke dadmend ‘NA’
Berdevkê CÎK’ê Tûrhali û Endama Şûrayê Gulçetînkaya beriya ku li Ewropa dengdan biqede bi çar rojan bang kirin ku her kes biçe ser sindoqan, dengên xwe ji bo dadmediyê bi kar bînin û xwestin ku her kes dengê ‘Na’ bide. -
CDK-F: Em biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin
CDK-F bibîr xist, dengdana li Ewropayê ya ji bo referandûma 16'ê Nîsanê wê piştî çend rojên din biqede û bang li dengdêran kir, ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. -
Di şerê li Şehbayê de 7 çete hatin kuştin
Şerê di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de derketî, didome. Di şer de 7 çete hatin kuştin. -
Li qada Nobeda Azadiyê ya Strasbourgê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Kurdistaniyên ku li bajarê Strasborûg ê Fransayê dijîn, li qada Nabeda Azadiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
‘Ji bo erênekirina qetlîamên gelan, biçin ser sindoqan’
Hilbijêrên ku ji aliyê ‘NA’ dengên xwe bi kar tînin, ji bo faşîzma Erdogan bidin rawestandin bang li her kesê kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. -
Heyeta HDP’ê bi rêveberên Girtîgaha Şakranê re hevdîtin kir: Me encam negirt!
Parlemeterê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu ku têkildarî greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê bi rêveber û midûrê beşa T2 û T4 re hevdîtin kir, diyar kir ku ji rêveberên girtîgehê re diyar kirine ku rewşa girtiyan gihiştiye asta kirîtîk. -
Hevdîtinên ‘NA’yê yên HDP’ê mezintir dibin
Hevdîtinên HDPê yên bi gel re bajar bi bajar zêde dibe. Berdevkê HDP’ê Baydemîr li Amedê axivî û got: “Di 16’ê Nîsanê de em ê kefenê tirsê biçirînin.” -
Rojbûna Ocalan li Tokyo hate pîrozkirin
Li Tokyoya paytexta Japonyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. -
Dorpêça Tebqa: şer dijwar bû
Di navbera gundên Safsafah ên bakur û başûr û Tebqayê de şerê dijwar diqewimin. -
‘Heta ku daxwazên me werin cih, em ê greva birçîbûnê bidomînin’
Mûazzez Baykan a ku xwişka Zana Yaktin e yê ku li Girtîgeha Şakranê 50 roj e di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku birayê wê gelek kîlo daye û çalakvanan gotiye: “Em bi biryar in, heta ku daxwazên me werin cih em ê greva birçîbûnê bidomînin.” -
Hevdîtinên bi gel re yên li Qelqelî û Serayê vegûherî mîtîngê
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr di çarçoveya xebatên referandûmê de, civînên bi gelên li navçeyên Qelqelî û Seray a Wanê re vegûherî mîtîngê. Bi hezaran kesî bi yek dengî gotin 'NA'. -
DBP’ê ji bo Leyla Guven daxuyanî da
DBP’, li dijî binçavkirina xuşk û birayê Ocalan û hevseroka DTK’ê Leyula Guven nerazîbûn nîşan da û got: “AKP ji bo têkoşîna gelê Kurd bişkîne, serî li rê û rêbazên dij mirovahiyê dide.” -
Li Marsîlyayê xebatên ji bo dengê 'NA' dewam dikin
Li Marsîlyayê, xebatên ji bo dengê 'NA' yên li dijî dîktatoriyê dewam dikin. -
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê yên li Ewropayê
Kurdistaniyên ku li bajarên Ewropa dijîn, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. -
4'ê Nîsanê li Rûsyayê hate pîrozkirin
4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Rûsyayê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate pîrozkirin. -
DEM-NED: Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê biçin ser sindoqan
DEM-NED'ê ji bo ku di 16'ê Nîsanê de ji faşîzma AKP-MHP'ê hesab were pirsîn bang kir ku her kes dengê 'NA' bide. -
CÎK: Ji bo em ji Munkîran re bêjin êdî bes e, em biçin ser sindoqan
CÎK: Têkoşîna li hemberî qetilkirin, tecawiz, hilweşandin, zilm, dizî, bertîl, faîz, fihûş û keda heram, têkoşîna Îslamê ya 'emri bil marûf û nehyî anil munker' e. -
Li London û Japonyayê xebatên ji bo dengê 'NA' didomin
Kurdistaniyên li London û Japonyayê dijîn, ji bo dengê 'NA' diçine ser sindoqan. -
Pomak ji bo destûra nû dibêjin, 'Têrê nake lê NA'
Serokê Enstîtûya Pomakan a Stockholmê Îbrahîm Kenar ji bo dengdana 16'ê Nîsanê ya li ser destûra bingehîn a nû got, ne referandûmeke ji rêzê ye. Kenar got, ji bo Pomakên Tirkiyeyê hilbijartina man û nemanê ye. -
Operasyonên li dijî dengdêrên NA: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Operasyonên hikumeta AKP-MHP'ê yên ji bo referandûmê dewam dikin. Li Edene, Mersîn, Hatay, Stenbol û Erzîromê 38 kes hatin binçavkirin. Li Dersîmê jî 12 kes hatin girtin. -
'Eger deng ji derve neyê, wê cenaze ji girtîgehan derkeve'
Gaziyê rojiya mirinê Mûharrem Kûrşûn bang li raya giştî kir, ku bêyî derengmayînê bibin dengê girtiyên siyasî yên di grevên birçîbûnê de ne. -
Rewşa tenduristiyê ya girtiyên li Şakranê nebaş dibe
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Girtîgeha Şakranê di roja 50. de ye. Rewşa tenduristiyê ya girtiyan, roj bi roj nebaş dibe. -
'Em bi ser ketin, dem hatiye em vê serketinê li sindoqan nîşan bidin'
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Beyaz diyar kir, dengê 'NA' wê di 16'ê Nîsanê de li Edeneyê bi ser bikeve û bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. -
Li Swîsreyê wê ji bo girtiyan çalakî bên lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan wê çalakiyan lidar bixin.