Kongreyên saziyên Kurdan ên li Ewropayê dewam dikin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, kongreyên xwe pêk anîn. Li gelek bajaran jî komun hatin ragihandin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, kongreyên xwe pêk anîn. Li gelek bajaran jî komun hatin ragihandin.

BENSHEÎM

Kurdistaniyên li bajarokê Bensheîm ê Elmanyayê dijîn, bi beşdariya nêzî sed kesî, kongreya 4. a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Bensheîmê lidar xistin. Rêveberên NAV-DEM'ê jî tevlî kongreyê bûn.

Di kongreyê de bal hat kişandin ser girîngiya meclîsan ji bo Kurdên li Ewropayê û hat ragihandin, di çarçoveya pêdiviyên civaka Kurd a Bensheîmê de meclîsa ji 9 komîsyonan hatiye avakirin.

Ji bo hevserokatiya meclîsê Gulsum Bîlgîç û Edîp Kaya hatin hilbijartin.

HAMBÛRG

Meclîsa Stade ya ser bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê, yekemîn kongreya xwe ya gel bi beşdariya 200 kesî pêk anî.

Di kongreyê de pêvajoya siyasî hate nirxandin û ji bo girtiyên di grevên birçîbûnê de ne banga xwedîderketinê hate kirin.

Ji bo meclîsa nû ya li Stade, Suheyla Akinci Erten û Îdrîs Savci weke hevserok hatin hilbijartin.

Kongre bi coşeke mezin bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" qediya.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, Meclîsa Gel a ser bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, kongreya xwe ya 6. lidar xist.

PARÎS

Li herêma Les Mûreaûx a paytexta Fransa Parîsê, ciwanên Kurd Komuna Ciwanan a Şehîd Ronahî (Leyla Şaylemez) ragihandin.

Komun ji pênc komîsyonan pêk tê. Ciwanên beşdarî kongreyê bûn, soza geşkirina têkoşînê û serketinê dan.

Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" qediya.