Hevdîtinên ‘NA’yê didomin: Em biçin ser sindoqan û bi ser bikevin!

Xebatên referandûmê yên HDP’ê didomin. Di hevdîtinan de peyama “Em ê teqez bi ser bikevin tê dayîn” û bang tê kirin ku biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqan derkevin.

Bi hezaran kesên ku bi banga Rêxistina HDP’ê ya Zeytînbûrnûyê li Qada Edliyeyê hatin ba hev, bi govend û tilîlîyan beşdarî coşa “Na”yê bûn. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan û endamên Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê beşdarî hevdîtinê bûn.


Paylan piştî rêzgirtinê axivî û got, “Me digot di nava hefteyê de kes nayê lê we em şaş kirin. Heta ku vê coşa we hebe, kes nikare me bidin sekinandin.”  Paylan bal kişand ser ewlekariya sindoqan û silavên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê li gel kir.

ÎZMÎR
Li rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Îzmîrê ji bo mîtînga li Qada Gundogdûyê, li avahiya partiyê civîna çapemeniyê hate li dar xistin.  Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê, Endama Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê Prof. Dr. Beyza Ustun û hevserokên bajêr ên HDP’ê Mahfûz Guleryuz û Gulay Bîlîcî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Hevserokê Bajêr ê HDP’ê Mahfûz Guleryuz axivî û got, “ Astengiyên li ser xebatên Nayê roj bi roj zêde dibin û di vê çarçoveyê de dest danîne ser otobusa HDP’ê û stranên referandûmê jî hatine qedexe kirin.” Guleryuz diyar kir ku, ji bo mîtîngê hemû xebat hatine kirin û bi deh hezaran belavok hatine belav kirin.
MÊRDÎN
Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Alî Atalan û Erol Dora, Endama Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan, meclîsa dayîkên aştiyê, rêveberên DBP û HDP’ê di çarçoveya xebatên referandûmê de gund bi gund geriyan. Heyet çûn serdana gundên, Bamidê, Dirim, Çalê, Xerbê, Cibilgirav, Talatê, Cinata Miho, Cinata Hiso, Miştînê, Hebîsê, Kurikê, Stîlîyê, Hatxê, Dala û li vê derê bi tilîliyan hatin pêşwazî kirin.
“Li gundê Xerabê Bava yê ku 19 rojan qedexeya derketina derve hebû,gel dibêje ‘Na’.” Gundiyên Xerabê Bava diyar kirin ku, li hemberî zilm, îşkenceyê ew ê bibêjin Na. Xezal Bayhan a ji gundê Xerabê Bava got ku, “Ji bo Selahattîn Demîrtaş jî mabe, em ê bibêjin Na”.
Dûre çalakvana TJA’yê Ayşe Gokkan axivî û bal bir ser grevên birçîbûnê û got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 18 sal in di bin tecrîtê de ye. Girtiyên siyasî bi rojan di greva birçîbûnê de ne, em berxwedana wan pîroz dikin. Ji bo em ji şîddeta li ser jinê re bibêjin ‘NA’ em ê wan di sindoqên wan de bifetisînin.”


RIHA
Li Rihayê Xebatên referandûmê yên HDP’ê didomin. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan di destê sibehê de çû mazatê û piştre jî çû serdana taxan.  Di serdanan de Ayhan qala girîngiya ‘Na’yê kir. Ayhan piştî mazatê çû serdena esnafên Xelfetiyê. Ayhan li vê derê jî rastî eleqeyeke germ hat.

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî çû serdana esnafên Bozhewagê. Ocalan dûre çû taxên 75. Yil, Tezxerab û Çarmelikê li vê derê qala girîngiya ‘Na’yê kir.

AMED
Di çarçoveya xebatên referandûmê yên Amedê de li Pasûrê serdana li esnafan hate kirin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes beşdar bûn.Beriya serdanan li ber avahiya partiyê Ûca axivî û got, divê di 16’ê Nîsanê de em bibêjin Na û em hesabê 100 salan ji wan bipirsin.
Ûca bal bir ser greva birçîbûnê ya ketiye roja 55’emîn û diyar kir, ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan tu gav nehatine avêtin û got, “Dilê me bi wan re ye. Li Amedê jî greva birçîbûnê hatiye dest pê kirin. Daxwazên girtiyên siyasî daxwazên me ne. Divê daxwazên wan bi cih werin.”
Piştî axaftinê Ûca çû serdana esnafan û bang kir ku bila gel beşdarî mîtînga referandûmê ya 15’ê Nîsanê bibe û di 16’ê Nîsanê de jî li ser sindoqan bibêje ‘Na.’