BI DÎMEN

Li Fransayê ji bo girtiyan çalakiya piştgiriyê

Li Fransayê, ji bo balê bikişinîn greva birçîbûnê ya zindanên Tirkiyeyê, çalakî didomin.

 

Li  paytexta Parîsê li ber Parlementoya Fransayê îro çalakiya bi kon  a ku wê 5 rojan bidome tê dest pê kirin.


Çalakiya Kon bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Drancy ve di saet 10:00’an de dest pê kir. Di çalakiyê de pankart û dovîzên ‘Bijî berxwedana girtiyên polîtîk’ hate vekirin û di derbarê greva birçîbînê de jî belavok hate belav kirin.


Di çalakya Kon de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Drancy Elî Alci banga beşdariya xurt a çalakiya greva birçîbûnê kir û got: “Rewşa hevalên me yên ku di zindanên Tirkiyeyê de greva birçîbûnê de ne gihîştiye asteke kirîtîk,  em wek gelê Ewrûpayê û Fransayê , divê di her kêliyê de bêyî ku em demê winda bikin divê em di çalakiyan de bin. Divê em bibin wijdana berxwedana zindanan û em raya giştî ava bikin.”


Çalakiya Kon a ku li ber Parlementoya Fransayê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” ve didome.
Her wiha Konseya Kurdên Demokratîk ê Fransayê (CDK-F)  û Tevgera Jinê ya Fransayê ji bo bibin dengê berxwedana zindanan û raya gişti ava bikin bernameyek xurt amade kirine.

PLANSAZIYA ÇALAKIYAN
Bernameya çalakiyên li Fransayê wiha ye:
“Îro wê di saet 19.00’an de li pêşiya avahiya Operayê a Meclîsa Huner  TEV-ÇAND a Parîsê çalakiyek were li dar xistin.
Îro wê di saet 19.00’an de bi pêşengtiya Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Marsîlyayê ve wê meş û mîtîngek were li dar xistin.
Li Marsîlyayê di 11’ê Nîsanê roja Sêşemê çalakiya kon û greva birçîbûnê ya bidorveger.
Li Strasboûrgê li pêşiya avahiya CPT wê roja Pêncşemê çalakiyeke girseyî were li dar xistin. 
Di 15’ê Nîsanê de wê li Parîs, Rennes, Marsîlya û Draguînîanê meş û çalakiyên navendî were li dar xistin.