Li Fransayê di navbera penaberên Kurd û Afgan de şer derket
Li kampa bi navê Grande-Synthe ya li nêzî bajarê Dûnkerqûe yê Fransayê, di navbera penaberên Kurd û Afgan de şer derket. Hat ragihandin, nîvê kampê ji ber vî şerî şewitî ye.

Walîtiya Dûnderqûe ragihand, li kampê danê êvarê şerekî mezin rû daye.
Hat ragihandin, di bûyerê de herî kêm 3 penaber bi kêrê birîndar bûn û nîvê holikên kampê yên penaber lê diman şewitîne.
Walîtiyê ragihand, polîsan bi bombeyên ku çavan dişewitînin dest li bûyerê werdan, lê şewata li kampê heta nîvê şevê dewam kir.
Hat gotin, ji ber şewata li kampê, penaber li herêma derdora kampê belav bûne.
Kampa Grande-Synthe, ku heta dawiya meha Adarê 1500 penaber lê diman, beriya niha jî bi şert û mercên jiyanê yên li derveyî mirovahiyê ketibû rojevê. Di medyayê de hatibû weşandin, ku rêxistinên sûc li dora kampê tevdigerin û jin û zarokên penaber ji aliyê van çeteyan ve tên îstîsmarkirin.