Li Sîncanê 9 girtiyên din jî ketin greva birçîbûnê

Li Girtîgeha Sîncanê 9 girtiyên din jî beşdarêî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûn. Di nav kesê ketine gireva birçûbûnê de Hevseroka Navçeya Kerboranê û Seroka HDP’ê ya bajarê Mûşê jî hene.

Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan a Girtî a ku 23’ê Sibatê vir ve di greva birçîbûna ya bêdem û bêdorveger de ne 9 girtiyên din jî beşdarî  greva birçîbûnê bûn. Bi vê yekê ve hejmara kesên di Girtîgeha Sîncanê de ketine greva birçîbûnê gihîşt 16 kesî.

Sedef Demîr, ji girtîgehê name şand û ragihand ku çalakiya xwe ya 5 rojan bi dawî kirine û ji 3’ê Nîsanê vir ve, Hevseroka navçeya Kerboranê Zeynep Sipçîk û Seroka  HDP’ê ya bajarê Mûşê  Elîf Çetînbaş jî di nav de 9 girtiyên din jî ketine greva birçîbûnê.
JI RAYA GIŞTÎ RE
Demîr, divê hemû cihan rewabûna xwestekên me bizanibin û got:
“ Hinceta çalakiya me îro dewleta Tirk hiqûqa xwe jî bin pê dike, qetlîamên dijmirovahiyê pêk dîne,  li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku mîsyona aşitî û azadiya gelan daye ser milê xwe, tecrîdeke giran tê meşandin, ev hemû hincetên me yê jiyanî ne”
Demîr, diyar kir ku ev zêdeyî 45 rojan e, em di greva birçîbûnê de ne û  her ku diçe rewşa hevalên me xirabtir dibe, divê acîl ji bo mirin çênebe raya giştî bikeve nava tevgerê.
Navê kesên ku ketine greva birçîbûnê wiha ne:
Berîn Sari, Zeynep Sîpçîk, Elîf Çetînbaş, Rojdan Erez, Bînnûr Yildiz, Şîlan Çetîner, Şehrîvan Çoban, Şehrîban Zuhurlî û Sedef Demîr.