Malbatên di grevê de ne: Hûn çawa dikarin wiha bêdeng bin?
Ji bo desteka greva birçîbûnê ya ku ev 56 roj in li Girtîgeha Şakranê dewam dike, malbatên Îzmîrê jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatan gotin, "Hûn çawa dikarin ev qas bêdeng bin?"
Ji bo desteka greva birçîbûnê ya ku ev 56 roj in li Girtîgeha Şakranê dewam dike, malbatên Îzmîrê jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatan gotin, "Hûn çawa dikarin ev qas bêdeng bin?"
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li Girtîgeha Şakranê bi mebesta dawîlêanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest pê kirî kete roja 56’an.
Malbatên ku ji Îzmîrê hatin ji bo destekê bidin greva birçîbûnê li Rêxistina DBP’ê ya Bajêr a Amedê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Desteka ji bo greva birçîbûnê her ku diçe zêdetir dibe.
‘HEWCE BIKE EM Ê VEGUHERÎNIN GIRÊVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û BÊDORVEGER’
Yek ji malbatan Suleyman Duman diyar kir ji bo desteka li greva birçîbûnê wan jî dest bi greva bêdem-dorveger kirine û got: "Her gav dibe ku darbest derkevin, her gav dibe ku hin ji wan bimirin. Ji bo vê jî em bang dikin ku raya giştî û rayedar bihistyar bin. Em li bendê ne ku dewlet gavan bavêje. Diyar kir ku plana têkşikînê li ser girtiyan jî dixebitînin. Bi ti rengî em ê ji ya xwe neyên xwarê divê ev ji hêla her kesî ve were zanîn. Daxwaz daxwazên însanî ne. Divê demildest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û daxwazên girtiyan werin qebûlkirin. Heke di nav çend rojan de hevdîtin dets pê neke em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Bi ti rengî em girtiyan tenê nahêlin. Em berxwedana li zindanan slav dikin. Em bi wan re ne."
Ayeş Tunc diyar kir beriya ku kesek bimire divê daxwazên girtiyan werin qebûlkirin û got: ‘’Em azadiyê ji Serok, wekîl û girtiyan re dixwazin. Bila ev zilm û neheqî xilas bibe. Em ê greva birçîbûnê bidomînin. Heke daxwaz neyên qebûlkirin em ê jî weke wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin.
‘ÇI KESÊ BIHISTYAR DIVÊ LÊ XWEDÎ DERKEVE’
Dilgeş Aydin jî wiha got: "Grevên birçîbûnê yên li dijî zilm û neheqiyê ketin roja 56’an. Me jî ji bo ku em deng bidinê dest bi greva birçîbûnê kir. Em bang li hemû mirovên bihistyar dikin ku destek bidin vê greva birçîbûnê. Hek em xwedî li vê greva birçîbûnê dernekevin em ê bibin berpirsê darbestên ku wê ji zindanan derkevin. Ji bo em pêşî li vê bigirin em bangli her kesî dikin ku bibin destek. Em grevên birçîbûn^edestek dikin."
‘DIVÊ DAXWAZ WERIN QEBÛLKIRIN’
Ferî Kara diyar kir ji bo ku destekê bidin girtiyan dest bi grevê kirine û got: "Em ê jî dest bi rojiya mirinê bikin. Çawa dikarin wiha li mal bêdeng bimînin? Ûcdanê me nemaye? Daxwazên zarokên me daxwazên me ne jî. Em ê kêşeyên wan zêdetir berbiçav bikin. Kes pê nizanîbû bê ka li girtîgehan çi dibe, niha her kes pê hisiya. Kesek nikare bibêje haya min jê nîn e. Di demeke nêz de divê raya giştî wre çêkirin û daxwazên girtiyan bidin qebûlkirin."
‘BERIYA KU NEXWEŞÎ LI WAN GIRAN BBE DIVÊ ÇARESERÎ WERE DÎTIN’
Endamê Meclîsa Pariyê yê DBP’ê Fuat Mîkaîloglû jî wiha got: "Lêgerîneke li mafan heye bi mebesta ku şertên jiyanê werin başkirin, zext kêm bibin, carake dî veger li rojên tatî yên 12’ê îlonê çênebin. Em jî dixwazin daxwazên girtiyên ku ev 56 roj in di grevê de werin pêkanîn, dixwazin Tirkiye yasayên DMMF ku îmze kiriye bi cih bîne. Lê ji ber ku berê jî em pêvajoyên girtîgehê jiyane dewlet piştî ku di mijara tendiristiyê de tengazî çêdibe ji nû daxwazan dibe ber xwe û dinirxîne. Em ji bo ku ev tengezarî çênebin, ji bo nexweşiyên tendiristiyê peyda nabin destek didin. Ji bo ku ev daxwaz pêk werin, kesek nemire, divê raya giştî bihistyar be."