Rapora HDP'ê ya li ser grevên birçîbûnê
HDP'ê li ser grevên birçîbûnê raporek amade kir. Di raporê de li ser girtiyên di grevê de ne û binpêkirina mafên mirovan agahî hatin dayîn.
HDP'ê li ser grevên birçîbûnê raporek amade kir. Di raporê de li ser girtiyên di grevê de ne û binpêkirina mafên mirovan agahî hatin dayîn.
Maseya Enformasyonê ya Komîsyona Girtîgehan a HDP'ê, li ser grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî raporek weşand.
Di raporê de hat gotin, "Li girtîgehên Tirkiyeyê, li dijî binpêkirina mafên mirovan û şert û mercên giran ên bi Rewşa Awarte re girantir bûn, ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina polîtîkayên neçareserkirina meseleya Kurd, grevên birçîbûnê hatine destpêkirin."
Di raporê de hate ragihandin, li 20 girtîgehên cuda, 187 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne û hat gotin, "Li Şakran T-2 20, li Şakran T-3 10, li Şakran T-4 15, Şakran-Jin 5, li Sîncan-Jin 16, li Tekîrdagê 10, li Tarsûsê 5, li Bolûyê 10, li Antalyayê 5, li Hatayê 11, li Kepsûtê 10, li Duzceyê 4, li Ceyhanê 3, li Baybûrt 2, li Menemenê 4, li Gebzeyê 7, li Sîlîvriyê 10, li Bandirmayê 21, li Kiriklarê 12, li Kandirayê 5 girtî di grevê de ne.
Li girtîgehên jinan û li beşên jinan ên li girtîgehên tevlîhev, bi giştî 37 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger didomînin: Li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Îzmîrê (Şakran-Jin) 7, li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê 16, li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tarsûsê 5, li beşa jinan a Tîpa M ya Gebzeyê 7 û li beşa jinan a Tîpa L a Antalyayê 2 girtî.
Ji bilî grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, li girtîgehên Tirkiyeyê ji 15'ê Adara 2017'an û vir ve grevên birçîbûnê yên dorvegera bi 5 rojan, dewam dikin."
Di raporê de li ser daxwazên bingehîn ên girtiyan ev agahî hatin dayîn:
1- Tecrîda i ser Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî bê rakirin. Derfetên danûstandinê bên afirandin.
2- Şert û mercên li girtîgehan, ku bi Rewşa Awarte re hatin şidandin werin başkirin. Dawî li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bê anîn.
3- Dorpêçiya li ser bajarên Kurdan bê rakirin.
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN
Di rapora HDP'ê de, piştî ku yek bi yek rewşa girtîgehan û grevên birçîbûnê yên li van girtîhan hatin vegotin, di bin sernavê "Grevên birçîbûnê û binpêkirina mafên mirovan de" ev agahî hatin dayîn:
- Li Girtîgeha Şakranê, piştî ragihandina Rewşa Awarte aktîvîteyên civakî hatine rakirin û hê jî pêşî lê tê girtin.
- Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ji roja ku girtî ketine grevê û vir ve, aktîvîteyên civakî yên wekî sohbetê, tên astengkirin.
- Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Çorûmê, komek ji leşker û polîsên 'gazî' êrîşî girtî û hikumxwarên ketine greva birçîbûnê ya dorveger, kirin. Ji ber vê êrîşê mil, lingê girtiyan şikestine û tevî daxwaza girtiyan jî rapora lêdanê ji wan re nehatiye dayîn.
- Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger lê dewam dike, bi biryara dozgeriyê bi ti awayî kargo nikare were weşandin.
- Roja 3'ê Nîsana 2017'an, li beşa T4 a Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê, gardiyanan di dema hevdîtinê de li girtî û dizmên wan xistin û heqaret li wan kirin.
- Li Girtîgeha T2 a Şakranê, 8 çalakgerên greva birçîbûnê tevî 2 kesên li ber wan bin, xistine odeyekê.
- Li Girtîgeha Tarsûsê ku greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger lê dewam dike, tevî ku girtiyên di grevê de ne xwestine jî, vîtamîna B ji wan re nayê dayîn.
- Li Tîpa T a Wanê, koma destpêkê ya ji 10 kesan a 8'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kir, di 16'ê Nîsanê de li derveyî daxwaza wan, sirgûnî Girtîgeha T1 a Tekîrdagê hatin kirin. 10 girtiyên hatin sirgûkirin, li Tekîrdagê greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger didomînin.
- Li Tîpa T a Wanê, koma duyemîna ji 15 girtiyan, ku ketin greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, tevî ku nexwestin jî sirgûnî Tîpa F ya Bandirmayê hatin kirin. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, her 15 girtî li Girtîgeha Bandirmayê bi rengekî tazî hatine kontrolkirin. Her wiha gardiyanan li wan dane."