'Grevên birçîbûnê' ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê Wallstorm hat pirsîn

Li Swêdê Parlamentera Partiya Çep Kakabaveh, grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bir parlamentoyê û daxwaz kir ku li dijî pêkanînên faşîzma AKP'ê bikevin nava hewldanan.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh bi pêşnûmeyekî nivîskî grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê bir rojeva Parlamentoya Swêdê û ji Wezîra Karê Derve ya Swêdê Margot Wallstorm daxwaz kir ku ji bo parlamenterên HDP'ê yên girtî û hevserokên şaredariyan serbest were berdan, bikeve 
nava hewldanan.


'ROJNAMEVAN Û SIYASETMEDARAN DIAVÊJIN GIRTÎGEHAN'


Kakabaveh diyar kir ku rewşa li Tirkiyeyê her ku diçe xirabtir dibe û SerokKomar Receb Tayîp Erdogan ji bo ku hemû rayeyan bixe destê xwe û rejîma yek kesî ava bike, ji bo Destûra Bingehîn dengdayîna gel çêdike. Kakabaveh got ku Erdogan ji bo di dengdayîna gel de encama ku dixwaze bi dest bixe, hemû astengiyên di pêşiya xwe de radike û wiha got; 


"Serokkomar ji bo ku di dengdayîna gel de xwe bi serketî nîşan bide, di Rewşa Awarte de pêkanînên xweîfadekirinê bi sînor dike û bi armanca bêdengkirina dengê rexneyan, medyayê de bi kar tîne. Mûxalifên ku di nava wan de rojnamevan, nivîskar û parlamenterên mûxalefetê jî hene dixe girtîgehan. Mûxalefetên rastîn ên Erdogan; Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatin girtin."


'DI VAN ŞERT Û MERCAN DE REFERANDÛM NAYÊ QEBÛLKIRIN'


Kakabaveh bi bîr xist ku ji bo Yuksekdag 5 meh ceza hatiye dayîn û parlamenteriya wê û endamtiya ji partiyê hatiye xistin û wiha domand; "Sûcên ku derbarê parlamenterên HDP'ê de, ne diyar in. Di van şert û mercan de dengdayîna gel ku pêk were nayê qebûlkirin."


JI BO GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE BANG


Kakabaveh bi bîr xist ku êrîş û zextên  Erdogan yên li ser mûxalefetê li hemû cihên  cîhanê bi şêweyekî berfireh tê protesto kirin û wiha got; "Polîtîkavanên HDP'ê yên ku mafê jinan, Kurdan, Ermeniyan û hemû kêmneteweyan û  hemû hemwelatiyên Tirkiyeyê diparêzin, di grevên birçîbûnê de ne. Dema ku min ev pêşnûma dinivîsand, grevên birçîbûnê ketibû roja 45’an û rewşa wan ya tendirûstî di asta krîtîk de ye."


Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, ji  Wezîra Karê Derve ya Swêdê Wallstorm pirsî, gelo ew ê daxwaz bike ku bila siyasetmedarên HDP’ê bi lez serbest werin berdan an na.