Girtiyên di greva birçîbûnê de ne hatin sirgûnkirin
3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Ermenekê di greva birçîbûnê de bûn, hatin sirgûnkirin.
3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Ermenekê di greva birçîbûnê de bûn, hatin sirgûnkirin.
Mehmet Salih Fîlîz, Ahmet Guven û Emre Saldûz ên li Girtîgeha Tîpa M ya Ermenekê ya Karamanê di greva birçîbûnê de bûn, îro sirgûnî girtîgeheke din hatin kirin. Nehat zanîn bê girtî sirgûnî ku derê hatine kirin.
Wekî din, hat ragihandin ku rêveberiya girtîgehê zext û zordariya li girtîgehê didomîne, girtiyên ji sûcên edlî û di operasyonên cemaeta Gulen de hatin binçavkirin, li qewîşên kêleka qewîşên siyasiyan bi cih kiriye.