Bayik: PKK xeta neteweya demokratîk esas digire

Bayik: Xeta PKK'ê xeteke azadîparêz, demokratîk e. Xeta Neteweya Demokratîk esas digire. Li aliyê din, xwedî feraseta konfederal a demokratîk e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji Al Monîtorê bersiv da pirsên Kemal Chomanî.

Bayik di destpêka axaftina xwe de bersiv da pirsa li ser derxistina gotina 'Rojava' ji nava navê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk.

PKK'Ê XETA NETEWEYA DEMOKRATÎK DANIYE PÊŞIYA XWE

Bayik got, "Derxistina gotina 'Rojava' ji nava navê Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, bi dîtina me ne şaş e. Ji ber ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê ne tenê ji Rojava pêk tê. Di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de gelek bajarên Ereban jî hene. Mînak; Şedadê, Hol û gelek bajar û bajarokên din. Ji ber vê yekê, bicihkirina gotina Rojava li kêleka Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, wê rê li ber têgihiştineke şaş vebikira. Ev yek nayê wê wateyê ku Rojava ji wir hatiye derxistin, ya jî hebûna Rojava tê înkarkirin. Rojava di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de cih digire. Divê bi vî rengî were pênasekirin. Dijderketina li vê pênaseyê, zêde watedar nîne. Dibe ku xwedî niyetên baş bin. Lê belê, ji ber ku rastî bi temamî nayê zanîn, nêzîkatiyeke bi vî rengî tê nîşandan. Bi qasî ku em zanin, di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de wê kantonên li Rojavayê Kurdistanê ji xwe xweser bin. Yanî wê Rojavayeke xweser a demokratîk hebe. Ji ber ku di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk de her herêm wê xwe bi rê ve bibe. Wê rêveberiyên xweser ên demokratîk hebin. Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk wê rêveberiyeke navendî nebe. Her navçe, her bajar wê xwe bi rê ve bibe. Her herêm, ku berê kanton jê re dihat gotin, niha jî dikare herêm jê re were gotin, wê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Wê xwedî rêveberiyeke xweser be, xwedî xweseriyeke demokratîk be."

Bayik anî ziman, derxistina gotina 'Rojava' ji pênaseya Federasyon Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, weke bersivek ji tawanbariyên ku PKK'ê bi neteweperestiyê sûcdar dikin, nehatiye kirin û got, "Ji ber ku her kes dizane, nêzîkatiyeke neteweperestiyê ya PKK'ê nîne. Xeta PKK'ê xeteke azadîparêz, demokratîk e. Xeta Neteweya Demokratîk esas digire. Li aliyê din, xwedî feraseta konfederal a demokratîk e."

NÊZÎKATIYA DYA LI TEVGERA AZADIYÊ

Têkildarî nêzîkatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka li Tevgera Azadiyê ya Kurd de Bayik bibîr xist, ku şerê li dijî DAIŞ'ê, mîna Şerê Duyemîn ê Cîhanê, gelek hêzên dijberên hev aniye cem hev û got, "Rûsya û DYA, îro li gelek herêman li dijî hev têdikoşin jî, li Rojhilata Navîn bi hev re tevdigerin. Sedema vê jî, ev rastî ye."

Bayik diyar kir, dema ew helwesta DYA ya li dijî DAIŞ'ê û helwesta PKK'ê tîne beramberî hev, tê dîtin, ku dijberiyeke gelekî dijwar a DYA ya mîna berê nîne û got, "Lê belê hê jî di şerê dijî PKK'ê de destekê dide dewleta Tirk. Navê PKK'ê di nava lîsteya rêxistinên terorê de digire. Zexta 'têkiliya xwe bi PKK'ê re bibire' li Şoreşgerên Rojava dike û bi rêya vê zextê hewl dide Şoreşgerên Rojava ji xeta Rêbertî vegire. Ji vî alî ve mirov dikarin bêjin ku têkoşîneke îdeolojîk-siyasî û şerekî psîkolojîk dimeşîne.

Bêguman dijberiya serdema şerê sar qediya ye. Ji ber vê yekê, dijberiya li PKK'ê ya serdema şerê sar, piştî ku şerê sar ji holê rabû, ji hin aliyan ve hatiye guhertin."

KURD Û FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ BINGEHA LIHEVKIRINÊ NE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku di warê polîtîk û leşkerî ve yekane hêza li ser mijara Sûriyeyê xwedî proje ye, Kurd in û wiha pê de çû:

"Li derveyî Kurdan, hêzeke din a herêmî ne xwedî projeyeke siyasî ya hevgirtî ye, ne jî bingeheke xwe ya civakî heye. Helwesta hemû hêzên ku niha ji xwe re dibêjin mûxalîf tê zanîn. Ti ji wan xwedî wê karekterê nîne ku di siberoja Sûriyeyê de bi bandor bin. Sûriyeyek bi zîhniyeta van hêzên 'mûxalîf' ava bibe, wê bi kêrî kesî neyê. Ji ber vê yekê hebûna Kurdan, hebûna YPG'ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û hebûna Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, yekane sparteyek e ku her hêza aştî û aramiyê li Sûriyeyê dixwaze, xwe bispêrê. Lewma DYA jî neçar dimîne bi vê hêzê re têkiliyê deyne. Sûriye jî neçar dimîne bi vê hêzê re têkiliyê deyne. Ji ber ku ne nêzîkatiyeke polîtîk a rejîmê ji bo siberoja Sûriyeyê heye, ne jî ya mûxalîfan. Ji ber vê yekê, Kurd hêz û zemînekê îfade dikin ku hem mûxalîf, hem jî rejîma Sûriyeyê ya heyî dikarin qebûl bikin. Eger di navbera rejîma Sûriyeyê û mûxalefetê de lihevkirinek çêbibe, yên ku zemîna vê lihevkirinê bafirînin, dîsa Kurd in. Eger di navbera DYA û Rûsyayê de li ser avaikrina Sûriyeyeke nû lihevkirinek bê kirin, zemînê vê lihevkirinê jî wê Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk û feraseta wê ya siyasî be."

HER KES BI RÊYA TÊKILIYA BI KURDAN DIXWAZIN POLÎTÎKAYA XWE YA SÛRIYEYÊ DIYAR BIKE

Bayik anî ziman, rewşa Kurdan, rewşa Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, yekane bingeha aramiyê ye ji bo Sûriyeyeke demokratîk û got, "Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk, yekane girava aramiyê ye li Rojhilata Navîn.

Bayik destnîşan kir, ku her kes dixwaze bi Şoreşa Rojava re, bi Kurdan re têkiliyê deyne û bi vî awayî polîtîkaya xwe ya nû ya Sûriyeyê diyar bike. Bayik got, "DYA dixwaze bi vî rengî bike, Rûsya jî dixwaze bi vî rengî bike. Ji ber ku yekane hêza bi îstiqrar a ku karibin pişta xwe bispêrê, ev e. Ti ji hêzên din ne mûxalîf in, ne demokratîk in, ne jî karaktereke wan a ku karibin pê di avakirina Sûriyeya nû de rolê bilîzin, heye. DYA vê yekê dibîne, Rûsya jî, her kes jî vê dibîne. Ji ber vê yekê, daxwaza hêzên navneteweyî ji bo danîna têkiliyan bi Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk û Kurdan re, rewşeke bê fêhmkirin e."

Bayik got, "Bi demê re em ê bibînin bê ev yek wê bandoreke çawa li têkiliyên DYA bi PKK'ê re bike. Bi gotina 'Şoreşgerên Rojava baş in, Kurdên li Rojava, li Sûriyeyê li ser xeta Rêber Apo dimeşin baş in, lê belê PKK nebaş e, tiştekî naxe destê kesî" û wiha dewam kir: "Di roja îro de derfet hene, ku têkoşîna îdeolojîk ûsiyasî bi pîvanên demokratîk û di nava çarçoveya zemîna demokratîk de were meşandin. Çawa ku li DYA, li Ewropayê partî di nava pîvanên demokratîk de têkoşîna xwe ya siyasî dimeşînin, ku sosyalîst jî di nava van de ne, wê demê cihêrengiya siyasî û îdeolojîk a navbera me û DYA jî di çarçoveya krîter û zîhniyeta demokratîk a giştî de, bêyî şer û şîdetê dikare bê meşandin."

DAXWAZA ME JI RÊVEBERIYA TRÛMP EW E KU PIŞTGIRIYÊ NEDE QIRKIRIN KURDAN A JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE TÊ KIRIN

Ji bo pirsa, "Bendewariya we ji rêveberiya Donald Trûmp çi ye?" Bayik wiha axivî:

"Bendewariya me ji rêveberiya Trûmp ew e, ku li ser navê gelê DYA, li ser navê rêveberiya DYA, destekê nede qirkirina Kurdan. Serî li ber polîtîkayên dewleta Tirka  ji bo qirkirina Kurdan netewîne. Dewleta Tirk, li Sûriyeyê jî dixwaze têkiliyên xwe yên bi DYA re li ser bingeha fetisandina Şoreşa Rojava bi kar bîne. Jê re dibêje, 'eger hûn ê bi min re tifaqê bikin, hingî divê hûn dijminatiyê li Şoreşa Rojava bikin, dijminatiyê li Kurdan bikin. Zextan dike, ji bo ku Kurd mîna berê nebin xwedî maf û di bin zexta rêveberiya navendî ya Sûriyeyê de di nava polîtîkayên qirkirinê de bên hiştin. Pirsgirêkên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê bi DYA re dijî, bi nêzîkatiya li Kurdan re eleedar e. Ji ber vê yekê, bi dîtina me divê zext û ferzên dewleta Tirk qebûl neke. Naxwe wê bibe hevparê sûcê li dijî mirovahiyê. Em di wê baweriyê de ne ku divê rêveberiya Trûmp nebhe hevpar ji sûcekî bi vî rengî re."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bibîr xist, gava DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û xwest Êzidiyan ji holê rake, yên pêşî li vê qirkirinê girtin gerîlayên HPG/YJA Starê bûn û got, "Lazim e her kes vê rastiyê bibîne. Bendewariya me ji rêveberiya Trûmp ji vî alî ve ew e, ku têkoşîna gelê Kurd ê mezlûm bibîne û bi rengekî rast nêzî vê têkoşînê bibe. Pêwîste rastiya Tirkiyeyê jî bibînin, ku bi desteka DYA, Ewropa û Îsraîlê re li dijî têkoşîna gelê Kurd ê mezlûm, li dijî daxwaza azadiyê ya gelê Kurd şer dike. Lewma divê destekeke siyasî, leşkerî û aborî pêşkêşî dewleteke bi vî rengî nekin.

Li aliyê din, Rêberê me bi desteka rêveberiya Amerîka dîl hate girtin û li Îmraliyê êsîr e. Eger îro Rêberê Gelê Kurd li Îmraliyê dîl girtî be, sedema vê jî rêveberiya DYA ya dema Clînton e. Ji ber vê yekê, weke telafiya vî sûcî, didvê rêveberiya DYA ya nû destekê nede polîtîkayên mêtînger qirker ên dewleta Tirk."

HEVALBENDÊ HERÎ BAŞ Ê PDK'Ê NIHA TIRKIYE YE, HEVALBENDÊ HERÎ BAŞ Ê TIRKIYEYÊ JÎ NIHA PDK YE

Li ser êrîşa komên çekdar ên PDK'ê û gefên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, Bayik ev nirxandin kir:

"Mirov dikarin vê yekê bi hêsanî bêjin; Hevalbendê herî baş ê niha yê PDK'ê Tirkiye ye, hevalbendê herî baş ê Tirkiyeyê jî PDK ye. Dewleta Tirk, dema li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, piştgiriyê ji PDK'ê digire. Me têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re rast nedît û rexne kir. Ji ber ku kiryarên du salên dawî yên dewleta Tirk li holê ne. Pêwîste partiyeke Kurd têkiliya xwe bi dewleteke bi vî rengî re di ber çavan re derbas bike. Lê belê PDK li şûna ku vê bike, bi dewleta Tirk re li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd helwesteke hevpar nîşan dide. Vê yekê ne tenê li Şengalê dike, li Rojava jî dike, li Bakur jî dike. Demeke dirêj e ku dewleta Tirk Şengalê weke hedef nîşan dide. Li gel vê yekê, rayedarên PDK'ê jî ev weke hedef nîşan dan. Herî dawî, piştî ku Mesût Barzanî çû Tirkiyeyê û vegeriya, hêzên ser bi PDK'ê êrîşî Şengalê kirin. Bêguman ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Pêwîste PDK di mijara Şengalê de rexnedayîna xwe bide û nêzîkatiyeke polîtîk a rast nîşan bide. Êdî nepêkan e ku Şengal li serdema beriya 3'ê Tebaxa 2014'an vegere. Lazim e Şengalî xwe bi xwe bi rê ve bibin; xwedî hêza xwe ya parastinê bin. Me ji vê yekê re gotin; Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a xwe dispêre civaka demokratîk. Me jê re got Xweseriya Demokratîk."

DEMA GERÎLA DEST LI ŞENGALÊ WERDA, PDK LÊ TINE BÛ

Bayik bibîr xist, ku dema gerîla dest li Şengalê werdan, PDK lê tine bû, pêşmerge lê tine bû û got, "Ji ber vê yekê, dema ku PDK dibêje 'bila gerîla ji wir derkeve' lazim e hinekî bifikire. Ji xwe niha li wê derê, YBŞ rêxistinbûyî ye, jinên Ezidî rêxistinbûyî ne, hêzên xwe yên parastinê ava kirine. Gerîla jî piştgiriyê didin wan. Gerîla hewl didin xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan ewle bikin û li dijî êrîşan wan biparêzin. Pêwîste ev rastî were dîtin."

BI PARASTINA ÊZIDIYAN RE PKK ERKA XWE YA DÎROKÎ BI CIH TÎNE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik wiha dewam kir: "Em bi rengekî vekirî dibêjin; ev kar bi nêzîkatiyên zext û ferzkirinê yên PDK'ê nabe. Dema gerîla çû wê derê, PDK li wir tine bû. PDK'ê li Şengalê li ber xwe neda û jê derket. Cîhanê tev encamê vê yekê dît. Li şûna ku PDK hesabê vê bide, rexnedayîna vê bide, rexnedayînê li ser bingeha naskirina xweparastin û xweseriya Êzidiyan bide, radibe êrîş dike. Ev êrîş bi rastî jî cihê xwe di exlaqa siyasî û wijdan de nîne. Gelo çêdibe ku em vê bêwijdaniyê, vê nêzîkatiya dûrî ji exlaqa siyasî qebûl bikin? Gelo pêkan e ku em vê ferzkirina PDK'ê ji nedîtî ve bên û bêdeng bimînin? Êzidî parçeyê herî mezlûm ê Kurdan e, ku timî neheqî lê hatiye kirin. Berpirsyariyeke me li pêşberî Êzidiyan heye. Ev yek helwesteke pîvanî ye. Helwesteke îdeolojîk e. Kes nikare ji me bixwaze ku em dest ji helwesta xwe ya pîvanî berdin. Em weke cihekî taktîkî li wir nanêrin, em weke pirsgirêka hebûna îdeolojîk a PKK'ê dibînin. Weke berpirsyariya exlaqî û wijdanî dibînin. Eger PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li pêşberî Êzidiyan bi cih nîne, wê xwe înkar bike, wê xwe tine bike."

Bayik destnîşan kir, derdê wan ne serdestiya li Şengalê ye û got, "Ti feraseta me nîne ku mîna PDK'ê bixwazin serdest bibin. Yekane daxwaza me ew e, ku li Şengalê rêxistinbûneke xweser ava bibe û Şengalî karibin bi rêya vê yekê xwe bi xwe bi rê ve bibin. Karibin xwe biparêzin."

FERASETA NETEWEYA DEMOKRATÎK, CIVAKA BAŞÛR JÎ DIGUHERÎNE

Di dewama axaftina xwe de Bayik işaret bi bandora têkoşîna azadiyê li ser Başûrê Kurdistanê kir û got, "Bêguman rewşa Başûrê Kurdistanê ji Bakur, Rojava û Rojhilat cudatir e. Li Bakurê Kurdistanê ji xwe 45 sal in têkoşîna PKK'ê dewam dike. Wekî din li Rojava jî zêdeyî 35 sal in xebat û têkşînek heye. Rojava ew cih e ku xebatên Rêbertî, xeta Rêbertiyê dema herî dirêj lê hate meşandin. Iraq xwedî dîrokeke siyasî ya cuda ya li gorî xwe ye. Ev rastî tê zanîn. Li aliyê din li Başûrê Kurdistanê federasyonek heye. Ji ber vê yekê, têkiliya PKK'ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd bi Başûr re li gorî parçeyên din cuda ye. Ev eşkere ye; PKK tevgerke ku ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe. Di heman demê de feraseteke xwe ya azadîparêz a cuda, feraseta demokrasiyê, feraseta civakê, feraseta dîrokê, feraseta dewlet û desthilatdariyê ya cuda, feraseteke xwe ya jinê heye. Lewma, sekna îdeolojîk a PKK'ê ya li ser xeta Rêber Apo, feraseta wê ya azadiya civakî, nabe ku bi sînoran were bisînorkirin. Sînor li ber îdeolojiyan nayê danîn."

Bayik anî ziman, xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro ne tenê bandorê li Kurdan dike, di heman demê de bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike û wiha pê de çû: "Xeta azadiya jinê ne tenê bandorê li jinên Kurd dike, li hemû jinan dike. Feraseta neteweya demokratîk ne tenê jib o Bakurê Kurdistanê, di heman demê de ji bo hemû welatên Rojhilata Navîn projeyeke çareseriyê ye. Ji ber vê yekê mirov dikarin bêjin ku li Başûrê Kurdistanê jî xeta demokrasî û azadiyê ya Rêber Apo, feraseta neteweya demokratîk bandor li civakê kiriye û rê li ber guhertinan vekiriye. Ev guhertin, erênî ye. Civaka Başûrê Kurdistanê diguhere; bi zîhniyeteke nû ava dibe. Feraseteke nû ya demokratîk, feraseteke azadiyê tîne. Ev yek jî Kurdan qels nake, berevajî hê bêhtir xurt dike. Kurdan li Rojhilata Navîn dike navend, ku balê dikişîne."

BINGEHA KRÎZÊN LI BAŞÛR, DEMOKRATÎKNEBÛN E

Bayik destnîşan kir, di bingeha krîza siyasî, krîza aborî û hemû krîzên Başûrê Kurdistanê de, demokratîknebûn heye û ev tespît kir: "Ev yek krîza nebûna civaka demokratîk e. Krîza xwe nespartina civakê ye. Krîza wê feraseta rêveberiyê ye, ku partî xwedî rêveberiyeke navendî ye bi vî rengî civakê bi rê ve dibin. Bi dîtina me, divê civaka Başûrê Kurdistanê, hêzên siyasî ji jiyana demokratîk û azad, ji xeta Rêber Apo ya ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn sûdê werbigirin, di vê çarçoveyê e xwe biguherînin û çareseriyê ji krîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê re bibîne. Nêzîkatiya me ya li rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê di vê çarçoveyê de ye."

SERKETINA TEVGERA AZADIYÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê NE TENÊ LEŞKERÎ YE, HER WIHA SIYASÎ Û ÎDEOLOJÎK E

Li ser têkoşîna bi bandor a Têkoşîna Azadiyê ya Kurd li dijî DAIŞ'ê jî Bayik got, "Sedema serberjêrbûna DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê, têkoşîna Şoreşgerên Rojava û Tevgera Azadiyê ya Kurd a li dijî DAIŞ'ê ye. DAIŞ piştî têkçûna li Kobanê serberjêr bû. Piştre li Sûriyeyê çeperên xwe winda kir. Lazim e ev rastî were dîtin. Wekî din sedema bingehîn a qelskirina DAIŞ'ê li Iraqê, têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurd li dijî DAIŞ'ê ye. Li Şengalê, li Mexmûrê, li Kerkûkê gerîlayên azadiyê derketin hemberî DAIŞ'ê. Piştre DAIŞ ji Şengalê hate avêtin. Di demeke nêz de hewl dan êrîşî Kerkûkê bikin û bi ser neketin.

Di têkbirina êrîşa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê de rola gerîla heye. Ev hemû bû sedem ku DAIŞ li Rojhilata Navîn qels bibe. Li aliyê din, divê qelsbûn ne tenê weke serketineke leşkerî bê dîtin. Eger ev qelsbûn tenê bi têkoşîna leşkerî bê dîtin, ev yek wê encameke şaş derxîne holê. Li Rojava, li Sûriyeyê qelskirina DAIŞ'ê ji aliyê hêzên QSD'e ve, ne tenê ji aliyê leşkerî ye, di heman demê de qelskirinek ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve ye. DAIŞ dema derket pêş, ne tenê bi hêza leşkerî derket pêş. Xwest weke hêzeke siyasî û îdeolojîk a alternatîf derkeve pêş. Ji ber ku hemû rejîmên li Rojhilata Navîn riziyane, ji ber ku bersivê nadin daxwazên gelan, DAIŞ'ê ji vê sûd wergirt, xwe bi rêxistin kir û kete nava tevgerê. Dema ku DAIŞ kete nava tevgerê, ji cîhana Ereb destekeke mezin girt. Ji ciwanan destekeke mezin girt. Sîstemeke alternatîf pêşniyar kir. Lê belê, dema ku li hemberî vê yekê hêzeke fedayî ya ji DAIŞ'ê bi hêztir derket, dema ku xeteke îdeolojîk a vê xeta siyasî û îdeolojîk a DAIŞ'ê têk bibe bi sîstema jiyaneke demokratîk û azad derket pêşiya wan, hingî DAIŞ serberjêr bû."

DEMA DAIŞ'Ê ÊRÎŞÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KIR, NÎVÊ HEWLÊRÊ VALA BÛ; GERÎLA LI SER BANGA GEL DEST LI REWŞÊ WERDA

Têkildarî rola PKK'ê ya ji bo parastina Başûrê Kurdistanê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik wiha axivî: "Dema ku DAIŞ'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê kir, nîvê Hewlêrê vala bû. Gef li Kerkûkê jî hat xwarin. Gelê Silêmaniyê kete nava tirs û fikaran. Di vê çarçoveyê e li ser banga gelê Silêmanî û Kerkûkê, gerîla çûn Kerkûkê. Bi ala û çekên xwe çûn. Eger berê bi ala û çekên xwe biçûna, herhal wê destûr nedabûna. YNK'ê berê destûr ji xebatên siyasî re jî nedida, astengî derdixist. Lewma dikarîbû pêşî li çûyîna gerîla ya li Kerkûkê bigirta, lê asteng nekir. Ji ber ku çûyîna gerîla ber bi Kerkûkê ve, moral da gel. Çawa ku berxwedana gerîla ya li Mexmûrê moral da gel û pêşî li valabûna Hewlêrê girt, çûyîna Kerkûkê jî moraleke mezin da gelê Silêmanî. Pêşî li êrîşa DAIŞ'ê ya li ser Kerkûkê hate girtin.

HEBÛNA GERÎLA LI KERKÛKÊ, HEBÛNA XWEPARASTINA GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Çima Mesût Barzanî çû Kerkûkê û spasiya gerîla kir? Çûyîna gerîla ber bi Kerkûkê û Mexmûrê ve di nava van şert û mercan de pêk hat. Ji ber vê yekê, hebûna PKK'ê, hebûna gerîla li Kerkûkê, hebûna xweparastina gelê Başûrê Kurdistanê ye. Parçeyeke ji hêza din a xweparastinê ya Başûr e. Ji xwe li Kerkûkê bi pêşmergeyan re dimînin. Di êrîşa dijî Kerkûkê de bi hev re DAIŞ şikandin. Gelê Kerkûkê bi vê dizane."

Bayik diyar kir, xeta îdeolojîk û siyasî ya PKK'ê, xeta jiyana azad û demokratîk e û destnîşan kir, parastina Kerkûkê parastina gelê Başûr e, parastina tevahiya Kurdistanê ye.

HETA KU REWŞ ZELAL BIBE, GERÎLA WÊ TEVÎ PÊŞMERGEYAN LI KERKÛKÊ BI ERKA XWE RABE

Cemîl Bayik bibîr xist, niha li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime û anî ziman, di nava rewşeke bi vî rengî de ku hê hevsengî û statukoyên nû nehatine diyarkirin, vekişîna gerîla ji Kerkûkê tê wateya fêhmnekirina rewşa siyasî ya heyî û got, "Niha li Rojhilata navîn Şerê Sêyemîn ê Cîhanê didome. Hevsengiyên berê hilweşiyan e. Hevsengiyên nû zelal nebûne. Statukoyên nû yên li Rojhilata Navîn zelal nebûne. Ji ber vê yekê, heta bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û zelalbûna rewşê li Rojhilata Navîn, Iraq û başûrê Kurdistanê, hêzên gerîla wê weke hêza xweparastinê ya gelê Kurd li Kerkûkê tevî pêşmergeyan bi erka xwe rabin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

ÇARENÛSA KURDAN LI HEMÛ PARÇEYAN BI HEV VE HATIYE GIRÊDAN

Bayik got, "Di rewşa heyî de rewşa parçeyekî êdî ne tenê xwe eleqedar dike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê ne tenê bi têkoşîna li Bakur, li Başûr, li Rojava yan jî li Rojhilat diyar bibe. Çarenûsa Kurdan êdî bi hev ve hatiye girêdan" û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, divê Kurd bi rengekî yekpare li têkoşînê binêrin. Pêwîste were dîtin, rewşa Başûr wê li Rojava diyar bibe, rewşa Rojava wê li Başûr diyar bibe, rewşa Başûr û Rojava wê li Bakur diyar bibe. Bi taybetî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd a li Bakur gelekî girîng e. Weke parçeyê herî mezin yekser bandorê li têkoşîna gelê Kurd a li hemû parçeyan dike. Dema mirov dijminatiya Tirkiyeyê ya li Kurdan, pêşengtiya Tirkiyeyê ya li qirkirina Kurdan dinirxînin, hingî tê dîtin ku serketina têkoşîna li Bakur tê wateya serketina hemû Kurdan."

OPERASYONEK LI DIJÎ QENDÎLÊ DIBE KU BIBE ŞIKESTINA DEWLETA TIRK

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dewama hevpeyvînê de, gefên dewleta Tirk ên operasyoneke li dijî Qendîlê nirxand û got, "Vê mijarê gelekî dikin rojev. Bi vê rêbazê re şerekî psîkolojîk dimeşînin. Mîna ku wê sibe operasyon bê kirin, mîna ku wê operasyoneke bi vî rengî neyê kirin, em xebatên xwe didomînin."

Bayik bibîr xist, ku ew rêxistineke têkoşînê ye, rêxistineke şer in û got, "Operasyoneke Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê wê bibe şikestina dewleta Tirk. Wê bibe nuqteyeke diyarker a şerê dawî. Em bi vî rengî dinirxînin. Di vê der barê de hevalên me gelek caran gotin; eger bên wê bersiva xwe jî bigirin. Gerîla hemû, li her derê bi coşeke mezin li benda wan e. Ji ber ku gerîlayên me ew gerîla ne ku dixwazin 24 saetan gerîlatiyê bikin, dixwazin 24 saetan têbikoşin. Ev yek wê bibe firsend ku gerîlayên li Qendîlê û herêmên din, têkoşînê xurtir bikin û gerîlatiya 24 saetan bikin."