BI DÎMEN

Kurdên li derveyî welat ji bo girtiyan li ser piyan e

Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welat dijîn, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakiyên xwe zêde dikin.

Kurdistanî û dostên wan ên li derveyî welat dijîn, ji bo piştgiriyê bidin girtiyên di greva birçîbûnê de ne, çalakiyên xwe zêde dikin.

LYON

Li bajarê Lyon ê Fransayê, komek ji Kurdistaniyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, li meydana herî qelebalix a bajêr Place Bellcoûr belavok belav kir. Kurdistaniyan li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê agahî dan.

TOÛLOÛSE

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Toûloûse yê li Başûrê Fransayê dijîn, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Toûloûseyê, li m eydana Françoîs Verdîerê li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin.

Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Toûloûse Alî Ataç li vir axivî û diyar kir, ew xwedî li daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne derdikevin.

Li ser navê Marche Mondîal Des Femmes jî Marîe Therese peyivî û anî ziman, li girtîgehên li Tirkiyeyê mafên mirovan gelekî tên binpêkirin. Therese ragihand, grevên birçîbûnê gihîştine asteke xetere û destnîşan kir, ku ew ê li pêşberî vê rewşê bêdeng nemînin.

BERN

Bi pêşengiya Ciwanên Azad, li bajarê Bern ê Swîsreyê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, meşiyan.

Ciwanên Kurd di dema çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Freîheît fur Ocalan" vekirin û û ji stasyona trenê ya navendî ya Bernê dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindana", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, ciwan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, mîtîngek lidar xistin. Ciwanan xwestin, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bi cih werin anîn û bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê jî kirin, ku çalakiyan lidar bixin.

Di dema çalakiyê de komek ji faşîstan xwestin provokasyonê bikin, ciwanan jî bi qîrîna dirûşman bersiv dan faşîstan.

Mîtînga li meydana Romerbergê bi qîrîna dirûşmên berxwedanê qediya.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, ji bo destekkirina grevên birçîbûnê, çalakiya greva birçîbûnê ya dorvegerî tê destpêkirin.

Çalakî îro bi beşdariya 35-40 kesî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê dike û wê bi dorvegerî bidome.

ADIGEY

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê dijîn, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, ku 55 roj in dewam dikin, civînek lidar xistin. Civîn li avahiya Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê pêk hat.

Ji rêveberên Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Xwedêda Ahmet li vir axivî û got, "Cîhanê ji şîdeta ku dewleta Tirk a faşîst li sivîlên li Kurdistanê kir re, şahidî kir. Her kesên bi faşîstiya dewleta Tirk û AKP'ê dizanin, texmîn dikin bê niha li girtîgehan pêkanîneke çawa ya li derveyî mirovahiyê li girtiyan tê kirin. Mirovên me ev 55 roj in li girtîgehên cuda, ji bo pêşî li vê polîtîkaya qirêj bigirin, bedena xwe dane ber mirinê. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), pêwîste hemû saziyên navneteweyî tavilê bikevin nava tevgerê."

Ahmet di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser referandûma 16'ê Nîsanê û destnîşan kir, ku AKP wê di 16'ê Nîsanê de derbeke gelekî giran bixwe û têk biçe.

Piştre, beşdarên civînê mafê axaftinê girtin, li ser terora dewletê ya li Kurdistanê axivîn û piştgirî dan girtiyên di greva birçîbûnê de ne.