Grevên birçîbûnê berfireh û mezin dibin

Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên 187 girtiyên li 20 girtîgehan, roj bi roj mezin dibin.

Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawîanîna li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û rakirina dorpêçiya li ser bajarên Kurdan hatin destpêkirin, dewam dikin.

Li gorî girtîgehan, hejmara girtiyên di grevên birçîbûnê de wiha ye:

Şakran T-2 20, Şakran T-3 10, Şakran T-4 15, Şakran-Jin 5, Sîncan-Jin 16, Tekîrdag 10, Tarsûs 5, Bolû 10, Antalya 5, Hatay 11, Kepsût 10, Duzce 4, Ceyhan 3, Baybûrt 2, Menemen 4, Gebze 7, Sîlîvrî 10, Bandirma 21, Kiriklar 12, Kandira 5.

1- GIRTÎGEHA TÎPA T HEJMARA 2 A ÎZMÎRÊ

Şakran T-2

Koma 1.: 8 girtiyên siyasî ji 15'ê Sibata 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

2- GIRTÎGEHA TÎPA T HEJMARA 3 A ÎZMÎRÊ

Şakran T-3

Koma 1.: 5 girtiyên siyasî ji 15'ê Sibata 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

Koma 2.: 5 girtiyên siyasî ji 5'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

3- GIRTÎGEHA GIRTÎ YA JINAN A ÎZMÎRÊ

Şakran-Jin

Koma 1.: 5 girtiyên siyasî ji 22'ê Sibata 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

Koma 2.: 2 girtiyên siyasî ji 6'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

4. GIRTÎGEHA TÎPA T HEJMARA 4 A ÎZMÎRÊ

Şakran T-4

Koma 1.: 8 girtiyên siyasî ji 1'ê Adara 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

Koma 2.: 7 girtiyên siyasî ji 22'ê Adara 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

5- GIRTÎGEHA GIRTÎ YA JINAN A SÎNCANÊ

Enqere Sîncan-Jin

Koma 1.: 7 girtiyên siyasî ji 23'ê Sibata 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

Koma 2.: 9 girtiyên siyasî ji 3'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

6-GIRTÎGEHA TÎPA T HEJMARA 1 A TEKÎRDAGÊ

Tekîrdag T-1

10 girtiyên di 8'ê Adara 2017'an de li Tîpa T a Wanê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin, di 16'ê Adara 2017'an de sirgûnî Girtîgeha T1 a Tekîrdagê hatin kirin. 10 girtî li Tekîrdag T1 ji 8'ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

7-GIRTÎGEHA GIRTÎ YA JINAN A TARSÛSÊ

Tarsûs-Jin

5 girtiyên siyasî ji 15'ê Adara 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

8- GIRTÎGEHA BI EWLEKARIYA BILIND A TÎPA F A BOLÛYÊ

Bolû Tîpa F

10 girtiyên siyasî ji 27'ê Adara 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

9- GIRTÎGEHA TÎPA L A ANTALYAYÊ

Antalya Tîpa L

2 girtiyên jin, 3 girtiyên mêr ji 30'ê Adara 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

10- GIRTÎGEHA TÎPA T A HATAYÊ

Hatay Tîpa T

11 girtiyên siyasî ji 1'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

11- GIRTÎGEHA TÎPA L A BALIKESÎRÊ

Kepsût Tîpa T
10 girtiyên siyasî ji 4'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

12- GIRTÎGEHA TÎPA T A DUZCEYÊ

Duzce Tîpa T

4 girtiyên siyasî ji 4'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

13- GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA M A CEYHANÊ

Ceyhan Tîpa M

3 girtiyên siyasî ji 4'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

14- GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA M A BAYBÛRTÊ

Baybûrt Tîpa M

2 girtiyên siyasî ji 4'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

15- GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA T A MENEMENÊ

Menemen Tîpa T

4 girtiyên siyasî ji 5'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

16- GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA M A JINAN A GEBZEYÊ

Gebze-Jin

7 girtiyên siyasî ji 5'ê Nîsan 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

17- GIRTÎGEHA GIRTÎ YA TÎPA L HEJMARA 5 A SÎLÎVRÎ

Silivri Hejmara 5

10 girtiyên siyasî ji 5'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

18- GIRTÎGEHA BANDIRMAYÊ

Bandirma

21 girtiyên siyasî ji 5'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

19- GIRTÎGEHA BI EWLEKARIYA BILIND A TÎPA F HEJMARA 2 A ÎZMÎRÊ

Kiriklar F-2

12 girtiyên siyasî ji 6'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

20- GIRTÎGEHA GIRTÎ YA BI EWLEKARIYA BILIND A TÎPA F, HEJMARA 1 A KOCAELÎ

Kandira F-1

5 girtiyên siyasî ji 7'ê Nîsana 2017'an û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.