HDK-Ewropa: Em meydanan ji çeteyên Erdogan re nehêlin!

HDK-Ewropayê, bi dirûşma 'em li dengê xwe yê NA xwedî derkevin' bang kir, ku meydan werin tijekirin.

Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-Ewropa) têkildarî referandûmê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Erdogan ji ser ta pê di sûc geriyaye û ji bo ku ditirse hesab jê were pirsîn her tişt aniye ber çavan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev rastî di 7'ê Hezîranê de hat dîtin û hat gotin, "Niha bi hemû derfetên xwe, bi zor, zext, bi dek û dolaban dixwazin ji sindoqê dengê 'erê' derxînin. Eger di vê de bi ser nekeve jî ji bo ku serketina NA’yê qebûl neke, ji nedîtî ve were wê çi tişta jê were bike.

Ji bo vê jî em bang li hemû gelên xwe dikin ku li dengê xwe yê 'NA' xwedî derkevin û meydanan ji çeteyên resmî ne resmî, çeteyên paramîlîter ên Erdogan re nehêlin.

Êvara 16’ê Nîsanê em encamên referandûmê ji cihê ku  em lê dijîn bişopînin û bi dirûşma 'em li dengê xwe ye NA xwedî derdikevin' divê em meydanan tije bikin.

Eger di 16’ê Nîsanê de dengê NA bi ser biekve, divê em vîna 'Na'yê li kuçeyan nîşan bidin û vê vînê pîroz bikin. Eger bi dek û dolaban û bi zorê 'erê' derxînin jî divê em bi çalakiyên xwe vê teşîr bikin û nîşan hemû Ewropa û dinyayê bidin ku em vê encamê meşrû nabînin."