Luksembûrg û Îtalya: Tirkiye nikare bibe endam
Wezîrên Karên Derve yên Luksembûrg û Îtalyayê gotin, ew li dij in ku niha Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.
Wezîrên Karên Derve yên Luksembûrg û Îtalyayê gotin, ew li dij in ku niha Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.
Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn ji rojnameya Elman Suddeûtsche Zeîtûng re axivî û destnîşan kir, ku piştî referandûma 16'ê Nîsanê nepêkan e ku Tirkiye bi vê destûra bingehîn a nû û otorkratiyê bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.
Asselborn got, "Erdogan ji bo têkiliyê bi Yekîtiya Ewropayê re bibire, çi jê tê dike" û anî ziman, bi qasî ji sedî 50 ê Tirkan li dijî guhertina destûra bingehîn deng dan. Asselborn diyar kir, nabe ku Yekîtiya Ewropa van mirovan ji nedîtî ve were.
Asselborn diyar kir, divê Yekîtiya Ewropa hêza xwe ya aboriyê li dijî Erdogan bêhtir bi kar bÎne û bibîr xist, ji sedî 65 ê razemeniyên li Tirkiyeyê, ji Yekîtiya Ewropayê ne.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Angelîno Alfano jî ji rojnameya Corrîere della Sera re axivî û diyar kir, mijara endametiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê niha li ser maseyê ye û got, eger cezayê îdamê vegerînin, wê Tirkiye hîn bêhtir ji Yekîtiya Ewropayê dûr bikeve.