Ozkaya: Bêyî derengmayînê divê her kes xwedî li grevên birçîbûnê derkevin
Xebatkara Ozgur Halkê Rabîa Ozkaya ku berî niha bi 12 rojan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê derket, bang li her kesî kir ku destekê bidin berxwedana girtiyan.
Xebatkara Ozgur Halkê Rabîa Ozkaya ku berî niha bi 12 rojan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê derket, bang li her kesî kir ku destekê bidin berxwedana girtiyan.
Ozkaya ji ANF'ê re axivî û anî ziman, rêveberiya girtîgehê beriya referandûmê sînyala destwerdana bi zorê ya li girtiyên di grevê de ne daye. Ozkaya, ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan xwest, bi rengekî girseyî xwedî li wan bê derketin.
'LI BEDENA GIRTIYAN DEQÊN MOR DER BÛ BÛN'
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, di roja 64'an de ye. Bangeke din a ji bo piştgiriyê ji xebatkara Kovara Ozgur Halkê Rabîa Ozkaya hat, ku beriya niha bi 12 rojan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê hate berdan. Ozkaya, ku bi çavên xwe dît bê rewşa hevalên wê yên jin ên di grevê de ne çiqasî giran bûye û ji her kesî xwest, ku bêyî derengmayînê bikevin nava liv û tevgerê. Ozkaya diyar kir, li bloka A ya kampûsa ew lê dima 7 jin ketin greva birçîbûnê, moralê hemûyan baş bû, lê belê bedena wan qels dibû. Ozkaya anî ziman, ji ber greva birçîbûnê deqên mor li bedena gelek jinê di grevê de ne der bû û got, "Li odeya ez lê dimam, du hevalên me ketin grevê. Roja ku ez hatim berdan, ew gihîştibûn qonaxa krîtîk. Hemûyan li xwe kêm kiribûn û bê hal ketibûn. Rûyê wan werimî bû. Li bedena gelek hevalan deqên mor mîna birînê der bû bûn. Moralê wan bilind jî be, bêdengiya li derve bandor li wan jî dikir. Ji bo xwedîderketinê timî bang dikirin."
'NÎŞANEYA DESTWERDANA BI ZORÊ'
Der barê atmosfera girtîgehê de Ozkaya got, "Polîtîkayên zextê yên li welêt bandoreke gelekî giran li girtîgehan dike" û anî ziman, bi bahaneya FETO hemû mafên girtiyên siyasî yek bi yek hatiye talankirin. Ozkaya diyar kir, gardiyan timî li dû provokasyonan e û wiha dewam kir: "Pirtûkên me nedihatin dayîn. Dema malbatên me dihatin hevdîtinê, zext zêde dikirin û bi rengekî kêfî qedexeya hevdîtinê li ser hevalan ferz dikirin. Ji bo li qewîşên me bigerin û eşyayên me nedin, hincet ji xwe re dafirandin. Ti daxwaznameyên me ku me dişand ji Wezareta Edaletê re li ber çavan nedihatin giritn." Ozkaya anî ziman, rêveberiya girtîgehê beriya referandûmê sînyala destwerdana bi zorê ya li girtiyên di grevê de ne daye û got, girtî wê rê nedin destwerdaneke bi vî rengî ya bi zorê. Ozkaya hişyarî da, ku pêkane tiştên nebaş rû bidin.
'PÊWÎSTÎ BI XWEDÎDERKETINEKE BI RENGEKÎ GIRSEYÎ HEYE'
Ozkaya ragihand, bêyî rewş bigihêje vê qonaxê divê her kes bikeve binê bar û ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl derhal bikevin nava liv û tevgerê.
Ozkaya got, "Pêwîstî bi xwedîderketineke bi rengekî girseyî heye" û herî dawî got, "Bêyî dereng bimîne, divê nerazîbûn bi rengekî girseyî were nîşandan. Belê derve girtîgeheke vekirî ye, lê belê rewşa li hundir gelekî giran e; Lazim e her kes bi vê zanibe."