Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku parlamenterên HDP'ê, rêveber û hevserokên saziyên Kurdan ên Ewropa ku tevlîbîbûn, Rewşenbîrên Kurd û Tirk, nûnerên saziyan û hunermend bi dorveger piştgiriyê didin çalakiya wan.
Çalakgerên grevê îro danê sibehê dosyayên ku di derbarê daxwazên girtiyan û grevên birçîbûnê de amadekirin, ji gelek nûnerên welatên ku endamên Konseya Ewropane kirin. Heta niha ji nûnerên 27 welatan re dosya hatien pêşkêkirin û wê ji nûnerên 12 welatên din re jî dosya werin şandin.
Yek ji welatên ku dosya hatî şandin Belçîka, berpirsên Konseya Ewropa diyarkirn ku ji bo têkildarî mijarê hewldan werin kirin û daxwazên wan bigihînin navenda jor. Nûnerê Fransa yê jî ragihand ku têkildarî mijarê, wê ji cihê peywendîdar re were ragihandin.
Nûnerên Sirbîstan û Macarîstanê jî diyarkirin ku agahiya wan ji girtiyên Kurd yên di greva birçîbûnê de hene û soz dan ku wê hewldanên pêwîst bikin.
Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyê, Nûnera Aveg-kon Başak Arabacî, Hunermend Seyîdxan, Salihî Goyî û gelek kesên din tevlî greva birçîbûnê bûn. Nûnerê ESP-Ewropa Ziya Ulusoyy jî bi armacan piştgirîdayînê ketiye greva birçîbûnê.
Li aliyê din ji bo pirsgirêkên tenduristiya çalageran jî, Dr. Fahrettin Gulşen ji li qadê amadeye.
Bi armanca piştgirîdayîna grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveher, ji Fransa, Elmanya û Swîsre di navbe ji gelek welatên Ewropa Kurd û Tirk serdanên çalakgeran dikin.