Li Parlamenta Norwêcê semînera li ser Tirkiyeyê

Li Parlamenta Norwêcê semînerek bi sernavê "Tirkiye ber bi kîjan alî ve diçe?" hate lidarxistin.

Semîner ji aliyê Partiya Sosyalîst û Partiya Gel a Xiristiyan ve hate organîzekirin. Serokê Partiya Sosyalîst Aûdûn Lysbakken, Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Eyup Dorû, ji Partiya Gel a Xiristiyan parlamenter Kjell Îngolf, pisporê Tirkiyeyê Joakîm Parslow û Serokê berê yê Rêxistina Efûyê yê Norwêce Petter Eînde weke qiseker beşdarî semînerê bûn.

Di destpêka semînerê de Eyup Dorû axivî. Dorû bal kişand ser êrîşên faşîzan ên li Kurdistanê, pêkanînên antî demokratîk ên li ser HDP'ê, girtina parlamenter û hevserokên wan û grevên birçîbûnê. Dorû destnîşan kir, referandûma li Tirkiyeyê di nava şert û mercên ne demokratîk de pêk hat û di nava Rewşa Awarte de bi rengekî gumanbar derbas bûye. Dorû diyar kir, encama referandûmê vîna gel tine hesibandiye û Desteya Hilbijartinê ya Bilind li gorî desthilatdariyê dengê 'erê' bi ser xistiye.

Dorû anî ziman, pêş rapora Rêxistina Hevkarî 3u Ewlekariyê ya Ewropayê, ev rastî piştrast kiriye.

Eînde jî got, Tirkiye ber bi rejîma otorîter ve diçe. Eînde diyar kir, di diyalogan de divê Norwê zextê li Tirkiyeyê bike ku li gorî mafên mirovan tevbigere û xwest, Norwêc ambargoya çekan deyne ser Tirkiyeyê. Her wiha ragihand, divê NATO jî, ji bo misogerkirina mafên mirovan û demokrasiyê, yekser zextê li Tirkiyeyê bike.

Pispor û lêkolîner Joakîm Parslow jî anî ziman, ku bi encama hilbijartinê re derketiye holê bê desthilatdariya Erdogan di rewşeke çiqasî krîtîk de ye. Parslow destnîşan kir, bi pêkanînên polîtîka reel û aboriyê yên Ewropayê re pêşî li vê desthilatdariyê dikare were girtin û tevkarî li demokratîkbûna Tirkiyeyê were kirin.

Serokê Partiya Sosyalîst Aûdûn Lysbakken jî diyar kir, piştgiriya wan a ji bo HDP'ê wê dewam bike û got, ew ê bi partiyên siyasî re li ser vê mijarê hevdîtinan bikin û desteka wan jî bigirin.

Semîner bi pirs û dayina bersivê dewam kir.