Li sê bajaran gelek dengdêrên 'NA' hatin binçavkirin

Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî piştî referandûma bi guman jî didomîne.

Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala rêvebera HDP'ê Aysel Taş û hevserê wê Mikaîl Taş binçav kirin. Piştî lêgerîna li malê, Taş birin Şaxê TEM'ê ya Emniyeta Tirk a li Rihayê.

ELEZÎZ

Leşkerên Tirk ketin nava Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê û xwendekar Fatma B. û Bûrak E. binçav kirin. 2 xwendekarên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Qereqola Jendermeyan a Hankendî.

STENBOL

Li Stenbolê, polîsên Tirk avêtin ser gelek malan. Hê nayê zanîn bê çend kes hatine binçavkirin, lê belê der barê 38 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn.

Polîsên Tirk, propaganda nerewatiya encama 'erê' ya referandûmê, weke hinceta binçavkirinê nîşan dan.