KONGRA GEL: Faşîzm têk diçe
KONGRA GEL diyar kir, di referandûmê de hêzên demokrasiyê bi ser ketine û destnîşan kir, eger berxwedan bê geşkirin wê faşîzm bi temamî têk biçe.
KONGRA GEL diyar kir, di referandûmê de hêzên demokrasiyê bi ser ketine û destnîşan kir, eger berxwedan bê geşkirin wê faşîzm bi temamî têk biçe.
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, li ser encamên referandûma bi hîleyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniyê bi gotina, "Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê, tevî ku hemû derfetên dewletê bi kar anîn jî di 16'ê Nîsanê de winda kir" dest pê kir û wiha dewam kir:
"Bi darbeya YSK re, ku ser pêkanînên derveyî qanûnan ên li sindoqan dinixumîne, tifaqa faşîst ji sedî 51.18 ê dengan girt. Ti rewabûna van dengan nîne. Helwesteke rast e ku hêzên demokrasiyê encamê qebûl nekin, heta dawiyê îtiraz bikin û li dijî vê têbikoşin.
Yên ku di referandûmê de bi ser ketin, gelê me û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ne. Em her kesên ku di vê serketinê de keda xwe heye, ji dil pîroz dikin. Bi encamên referandûmê re careke din derketiye holê, ku di têkoşîna dijî faşîzmê de gelê me hêza bingehîn a demokrasiyê ye.
Li gorî encamên referandûmê; di serî de li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Sûr, Farqîn, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran, Gever û Gimgimê li her devera Kurdistanê îspat bûye ku li gel hilweşandin, şewitandin û komkujiyan jî, gelê me ti carî serî li ber mêtîngeriyê natewîne.
'FAŞÎZM TENGAV BÛYE; PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ KIR'
Bi vê referandûmê re ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê êdî pêvajoyeke nû dest pê kiriye.
Ji ber bûyerên li hundir û derve diqewimin, faşîzma dewleta Tirk gelekî tengav bûye. Tifaqa Erdogan-Bahçelî ya tengav bûye, wê zext û şîdeta li ser hemû hêzên mûxalefetê zêdetir bike. Wê hemû saziyên dewletê ji nû ve li gorî xwe sererast bikin. Dîktator Erdogan, ji bo derfetê jiyanê nede ti hêza mûxalîf, wê di dema pêş de çi jê tê bike. Mîna dîktatorên din, wê sîstema xwe ava bike ku pêşî li hilbijartinê bigire.
Girîng e hêzên demokrasiyê yên li dijî faşîzm û dîktayê ne, vê pêvajoyê ji aliyê siyasî ve rast binirxînin û hêrsa şoreşgerî ya gelên me ku roj bi roj mezin dibe bi rêxistin bikin û bi rola pêşengiyê rabin.
Di qonaxa heyî de, wê di siyaseta Tirkiye û Kurdistanê de hevsengiyên nû yên hêzê bafirin. Ti hêz an jî partiya siyasî ya li Tirkiyeyê nikare mîna berê bimeşe. Di nava partiyên eniya faşîst de wê cihêbûn û qutbûn çêbibe. Li eniya antî-faşîst jî wê hevgirtinên nû, tifaqên nû derkevin holê.
'ŞERT Û MERCÊN TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ ZÊDE BÛNE'
Ji bo siberoja azad a gelên me, em di pêvajoyeke dîrokî de ne ku pêşketinên şoreşgerî, guhertin û veguhertinên mezin ên civakî dikarin rû bidin.
Weke dînamîkên şoreşger ên gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, berpirsyariyeke me ya dîrokî heye, ku em hêza xwe bikin yek û li ser bingeha xurtkirina têkoşînê, faşîzmê têk bibin. Şert û mercên vê serketinê, ji her demê bêhtir hene. Ji ber ku, dîktatoriya Erdogan a li ser bingeheke qanûnî hate rûniştandin, ancax bi zext û zilmê dikare desthilatdariya xwe bidomîne. Birêxistinkirina hêrsa civakî ya li dijî zilm û zordariyê, wezîfeya hêzên pêşeng ên şoreşger ên gelên me ye.
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê wê di vê pêvajoyê de, di çarçoveya berjewendiyên hevpar ên gelên me û hêzên demokrasiyê de bi rola xwe rabe. Li gel pêşketinên di çarçoveya rola dîrokî ya Tevgera Azadiyê derkeve holê de, di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de wê ji aliyê pêşhukmên li dijî Rêber Apo û PKK'ê ve guhertinên mezin rû bidin.
Çawa ku serketina YPG û YPJ'ê ya li dijî DAIŞ'ê ji bo gelên Rojava û Sûriyeyê mîladeke nû da destpêkirin, bi têkçûna faşîzma Erdogan-Bahçelî re wê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê mîladeke nû dest pê bike.
Di vir de xusûsa diyarker ev e; Hemû hêzên demokrasiyê yên pêşengiyê ji gelên me re dikin, giraniyê bidin ser vê pêvajoya dîrokî stratejîk û li ser vê bingehê bi eşqê, bi coş û baweriyê, bi rola xwe rabin. Ji bo hemû hêzên demokrasî û azadîxwaz, dem dema bidestxisitna destketiyên mezin e. Şert û mercên ji bo serketina mezin afirîn e. Protestoyên gelên me ku ji encamên referandûmê re dibêjin 'NA' gelekî girîng in. Ev tevgerên gel ên girseyî, piştî berxwedana Parka Gezî yekemcar e li metropolan derdikeve holê. Pêwîste xwedî li van tevgeran bê derketin û li hemû qadên din bên belavkirin. Bi taybetî hêrsa jinan a li dijî faşîzmê mohra xwe li protestoyan dane û rengê jinê ji niha ve derketiye pêş. Li pêşberî berxwedana gel, ku jin û ciwan pêşengiyê jê re dikin, faşîzm nikare ji têkçûnê bireve.
Em careke din, her kesên di referandûmê de keda xwe heye ji dil pîroz dikin û ji bo pêvajoya têkoşînê ya piştî referandûmê serketinê ji hemû hêzên demokrasiyê re dixwazin.
Faşîzm wê têk biçe, demokrasî û azadî wê bi ser bikeve."