Nobeda Azadiyê ji aliyê Kurdên ji Sachsenê ve tê girtin
Çalakiya Nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate destpêkirin, di roja 252. de ye. Komeke nû çalakî dewr girt.
Çalakiya Nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hate destpêkirin, di roja 252. de ye. Komeke nû çalakî dewr girt.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve bi rengekî bê navber li ber avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê tê girtin.
Kurdistaniyên ji Danîmarkayê, ku hefteya bihurî nobed girtin, vê hefteyê çalakî radestî 4 kesên ji eyaleta Sachsen a Elmanyayê hatin kirin. Kurdistaniyên bi navê Selahattîn Çelîk, Abdûrrahman Taner, Devrîm Dag û Mûstafa Gungor roja Yekşemê çalakî dewr girtin.
Li ser navê komê Selahattîn Çelîk axivî û diyar kir, dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd ne ya qebûlkirinê ye, lewma ew ji bo azadiya Ocalan tevlî çalakiyê bûne. Çelîk destnîşan kir, çareseriya pirsgirêka Kurd û jiyana bi hev re ya aştiyane li Rojhilata Navîn, bi kombûna li dora nêrînên Ocalan pêkan e.
Çelîk her wiha bang li Kurdistaniyan kirin ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li heman bajarî ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê hatiye destpêkirin.
Çalakgerên ji eyaleta Sachsenê hatin, belavokan li derdorê belav dikin û hewl didin nêrînên Ocalan bidin naskirin.
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku ev 252 hefte ne dewam dike, çalakiya herî demdirêj a bê navbera a Kurdên li Ewropayê ye.