Telal Silo: Bajarê Reqa wê ji aliyê Meclîsa Sivîl ve were birêvebirin
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mîralay Telal Silo ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, wê rêveberiya bajêr radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin.
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mîralay Telal Silo ragihand ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, wê rêveberiya bajêr radestî Meclîsa Sivîl a Reqayê bikin.
Berdevkê QSDE'ê Mîralay Telal Silo piştî Civîna Damezrêner a Meclîsa Sivîl ya Reqayê ku li bajarê Eyn Îsa pêkhat, nirxandin kir.
Telal Silo di serî de, li daxistina Kongreyê li hemû şêniyên bajarê Reqayê pîroz kir û soz da ku wê soza rizgarkirina bajarê Reqayê û şerê terorê di nava Pêngava Xezeba Firatê de pêk bînin ku niha gihiştiye nêzî deriyên ketina bajêr.
Silo diyar kir ku ew bawer in ku Meclîsa Sivîl a Reqayê wê karibe erkên xwe li hemberî xizmeta şêniyên bajêr û gundewarên wê pêk bîne û diyar kir ku ev tişt di xebatên komîteya amadekar a meclîsê de li hemberî şêniyên gunwên hatine rizgarkirin de diyar bû.
Mîralay Telal Silo soz da ku wê piştî operasyona rizgarkirinê bi dawî bibe, wê QSDʹê rêvebirina bajarê Reqayê ji aliyê xebatên sivîl ve radestî Meclîsa Sivîl a bajarê Reqayê bikin û got ku wê rizgarkirina bajarê Reqayê bersiveke tund ji çeteyên DAIŞ`ê re û yên destekê didin wan re be, di heman demê de wê peyama biratiyê, azadiyê û aştiyê ji tevahî azadîxwazên cîhanê re be.
Silo di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên bajarê Reqayê kir ku bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re bibin alîkar û spasiya Hêzên Hevpeymana Nevnetewî kir ku piştgiriya Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê dike.