Endam û rêveberên AKP'ê, ku di referandûmê de bi fen û fûtan bi mîlyonan deng veguherandin dengê 'erê', gef li çavdêrên Ewropî xwarin. Gelek parlamenterên AKP'yî û Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû îdîa kiribûn, ku endamê heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Andrej Hûnko, ji ber ku 'PKK'yî ye' gotiye ku di referandûmê de hîle hatiye kirin.
'ÇAVÛŞOGLÛ BI XWE JÎ DIZANE KU MECLÎSA PARLAMENTERAN A KONSEYA EWROPAYÊ PKK WEKE TERORÎT NABÎNE'
Hûnko, ku tevî parlamentera ji Awûstûryayê Alev Korûn bû hedefa daxuyaniyên gefxwarinê yên AKP'yiyan, daxuyaniyek weşand û rexne kir, ku bi agahiyên şaş û derewîn hewl tê dayîn bê reşkirin. Hûnko anî ziman, AKP ji bo ser hîleyên xwe yên referandûmê bigire û raporên çavdêran pûç bike, wî weke 'Sempatîzanê PKK'ê' û 'beşdarê kampanya NA' sûcdar dikin û destnîşan kir, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, PKK'ê weke 'terorîst' nabîne. Hûndo diyar kir, endamê berê yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Mevlut Çavûşoglû jî bi vê dizane.
Hûnko der barê çalakiya 2014an a bi parlamenterên Dîe Lînke re ji bo protestokirina qedexeya li ser PKK'ê lidar xistin got, di dema vê çalakiyê de ku hingî li Kobanê berxwedan hebû, ji partiya desthilatdariya Elman Volker Kaûder xwestibû ku alîkariya çekan ji PKK'ê re were dayîn.
Andrej Hûnko destnîşan kir, Dîe Lînke mîna duh îro jî alîgir e ku qedexeya li ser PKK'ê li Elmanyayê were rakirin û dixwaze pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û siyasî were çareserkirin.
'NE TENÊ EZ, MECLÎSA PARLAMENTERAN A KONSEYA EWROPA Û OSCE JÎ DIBÊJE ÎXLAL HATIYE KIRIN'
Hûnko ragihand, hîle û îxlalên di referandûmê de hatine kirin, ne tenê ew dibêje, di heman demê de di raporên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê (OSCE) de jî tê destnîşankirin. Hûnko anî ziman, hedefnîşandana wî ji aliyê AKP'ê ve, hewldana ji bo veşartina rastiyê ye.
Hûnko herî dawî bibîr xist, hemû endamên heyeta çavdêr, bi nirxên bingehîn ên demokratîk re dilsoz in.
Hûnko destnîşan kir, ku raporên li ser hîle û îxlalan hatine amadekirin, giştiya nêrînên endamên heyetên cuda ye.