Ji rojnivîska girtiyên di grevê de ne..

Ji rojnivîska girtiyên li Beşa T-1 a Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, em ê çend anekdotan par ve bikin.

Greva birçîbûnê ya çalekgeran bi henek, stran, xwendina pirtûkan, pêşbaziya agahiyê, nexweşbûnê didome. Girtiyên ku ketine greva birçîbûnê rojên xwe têr û tije derbas dikin. Ji rojnivîskên girtiyan mirov moral û coşiya girtiyan di berxwedanê de dibîne. 

Ji rojnivîska girtiyan çend beş wiha ne..

NÎŞE Û NEWA

‘’Dema ku çalakiyê dest pê kirî heval bi ber barana nîşeyan û newayan ketine. Ji odeyên din bi rêya bên ew qas nîşan tê êdî heval westiyane ku bersiv bidine wan. Ji bo vê jî dema ku nîşe bi komî tên, herî dawî nîşe ketibin destê kê, bersivdana nameyan li wî dimîne.’’

‘’Di nîvê Adarê de ji Şakran T-3 û Şakran T-4 û Girtîgeha Edîrne hevalên jin jî ketibûn grevê û me ji bo ku Newroza wan pîroz bikin xwest faksê bişînin. Ji bo vê jî çar heval hatin diyarkirin; Hevalê Cengiz wê name bişanda ji girtiyên hevalên jin ên Şakranê re. Dema ku bû êvar nivîs qediyan Necet gote Cengiz, ‘’ka wê faksê, em binerin te çi nivisiye, belkî em jî jê sûd werbigirin.’’

Dema ku xwend bû tîqetîqa wî. Li ser pirsa ‘’çi bû, çi nivisiye’’ Necdet got, ‘’Hevalê Cengiz di destpêka faksê de gotiye, merhaba hevalên jin’’ ,’’hevalê Cengiz, ma ku tu nebêjî ‘hevalên jin’ qey ew nizanin ku jin in?’’ hevalên derdorê jî dest bi ken kirin. Li ser vê hevalê Kasim got, ‘’na na, diviya wiha binivîsand: ji me hevalên mêr slav ji we hevalên jin re’’ û bi vê re em keniyan. Di wê rewşê de Rebenko hevalê Cengiz, bi neçarî hewl dida ku bibêje wî rast nivisiye. Lê ji ber dengê ken kesekî dengê wî nedibist. Ev mijara faksê çend rojan bû mijara ku em bikenin.’’

PIRTÛK

‘’Grev ji hêlekê tê maneya bêrîbûna ji her tişî, ji bo hevalan dibû tewîna li ser perwerdehiyê. Roman hatin rêzkirin. Hevalan nedixwendin lê dixwarin. Çavbirîbûna meymûnan bi wan re çêbûbû. Ez dibêm qey pirtûk li ber çavê wan ne pirtûk lê sosîs, sandivîç bûn. Helbet ji bo hevalê Cengîz ê vejetaryan diviya bibûya şînahî. Lê îronî li hêlekê pirtûkên ku dihatin xwendin, ew cure pirtûk bûn ku birçîbûn temaya wan bû. Pirtûka F. Mccourt ‘’Xweliyên Angela’’ bû ya favorî. Piştre J.Blum, ‘’Xweştiviya Yahudî’’, Gorkî, ‘Zaroktiya min’, F.Carter, ‘’Perwerdehiya Dara Biçûk’’, S.P. Rusell ‘’Birçîtî’’ bi van pirtûkan ji hêla tibî ve baş vedigot di rojên pêş de bedana me çawa vediguhere. Di fîlman de jî dema ku sahne dihatin şîrovekirin, me fêhmkirin ku hilbijartina têgihiştinê pêk tê.