Erkdarên dewletê yên ku di helîkoptera li Dersîmê ketî de, mirin

Hat ragihandin ku Li Dersîmê helîkoptera ku tê de dadger û polîs hebûn kete xwarê. Li gorî daxuyaniya fermî 12 kes mirine.

Li gorî agahiyan li Dersîmê helîkopterek ketiye ya ku tê de 14 kes hebûn û 8 jê polîs bûn. Hat hîn bûn ku dadger jî di helîkopterê de hene.

Hat diyarkirin ku helîkoptera polîsan a Gerînendetiya Giştî ya Emniyetê ya Dersîmê saet di 13.30’an de ji radarê winda bûye.

Walîtiya Dersîmê jî eşkere kir ku 7 polîs, serbazek, dadgerek û 3 personel ên di helîkopterê de bûn, mirine.

TAYBETIYÊN TEKNÎKÎ YÊN HELÎKOPTERÊ

Helîkopterên S-70 ên Black Hawk ên Şîrketa Skorsky ya Emerîkayê, ji bo mebestên giştî tê bi kar anîn. Di helîkopterê de 2 pîlot û teknîsyenek heye û 18 leşkerên bi techîzat dikarin tê de bi cih bibin. Helîkopter dikare 7 hezar û 375 kîloyan hilgire û rabe, menzîla wê jî 592 kîlometre ye. Leza wê di saetekê de 296 kîlometre ye û ev helîkopter dikare 5 hezar û 790 metreyan bilind bifire.