Grevên birçîbûnê li ser banga KCK'ê qediyan
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, piştî banga KCK'ê bi dawî bûn.
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, piştî banga KCK'ê bi dawî bûn.
Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya ragihand, ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan qediyan e.
Daxuyaniya nivîskî ya Kaya bi vî rengî ye:
"Pêkanînên faşîst, ku di encama polîtîkayên faşîst ên hikumeta AKP'ê de derketin holê, bi tifaqa MHP'ê re girantir bûn û hewl hat dayîn xala destpêkê ya demokrasî û azadiyê bê tinekirin. Hem operasyonên qirkirina siyasî, hem tecrîda giran a li ser Rêberê me, hem jî binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan gelekî giran bûn.
Em girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê; ji kevneşopî û xeta berxwedanê ya Kemalan, Semayan, Sarayan tên. Me ti carî pêkanînên faşîst û teslîmiyet qebûl nekir, em ê qebûl nekin. Kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê mîna duh, îro jî li hemû zindanan dewam dike. Divê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê zanibe; em ew şoreşger in ku ji bo Rêber û gelê xwe, bi berxwedanê ber bi serketinê ve dimeşin.
Di serî de greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê, em çalakiya xwe ya berxwedanê, ku di 15'ê Sibatê de dan destpêkirin, li ser banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya 18'ê Nîsana 2017'an bi dawî dikin.
Em tevahiya gelê xwe, hêzên demokratîk û her kesên bi berpirsyarî rabûn û bûn dengê me, silav dikin. Em ji tifaqa qirêj a AKP-MHP'ê re careke din radigihînin; eger tecrîda li ser Rêberê me, operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê me û binpêkirina mafên mirovan ên li zindanan dewam bike, em ê bi rengekî hîn xurtir dest bi çalakiyên mezintir bikin.
Di serî de greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Şakranê, ku di roja 64'an de ye, em grevên xwe yên birçîbûnê yên li Sîncan, Bolû, Trabzon, Tarsûs, Şakran û hemû zindanên din, li ser banga Hevserokatiya xwe ya KCK'ê bi dawî dikin. Em hemû hevrêyên xwe yên girtî yên di çalakiya berxwedanê de ne, silav dikin. Em careke din dibêjin, ku em minetdarê gelê xwe ne."