Greva birçîbûnê ya li Viyanê di roja 8'an de ye: Em xwedî li berxwedanê derbikevin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ji bo girtiyan hatibû destpêkirin didome.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi daxwaza 'Rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bidawîkirina zextan’ û piştgirîdayîna greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyan, di roja 8. de didome. Di vê çarçoveyê de li pêşiya avahiya Parlamnetoya Avusturya têkildarî grevên birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê û mîtîng hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde, ji bo şehîdên şoreşê, peyama girtiyên li Girtîgeha Şakranê ku ev 63 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne hat guhdarkirin û piştre li ser pêvajoya siyasî ya dawî û di derbarê grevên birçîbûnê de nirxandin hatin kirin.

BANGA 'SEFERBERIYÊ'

Di axaftinan de hat ragihandin ku wê çalakiyên ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê berdewam bikin û bang li hemû kesên li Ewropa hat kirin ku bi ruhê seferberiyê hemû kes tekoşinê xurtir bikin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.

Çalakî wê di rojên pêşiya me de berdewam bikin.