Ebadî li Mûsilê li herêma operasyonê ye
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî, ji bo venêrîna hêzên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, hate Mûsilê.
Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî, ji bo venêrîna hêzên li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, hate Mûsilê.
Tê gotin, ev serdana Serokwezîr Ebadî, ji bo kontrolkirina amadekariyên ji bo qonaxa dawî ya operasyona Mûsilê ye.
Serokwezîrê hikumeta navendî ya Iraqê Haydar el Ebadî danê sibehê gihîşt bajarê Mûsilê yê wîlayeta Nînovayê. Der barê mijarê de ji ofîsa Serokwezaretiyê daxuyaniyeke kurt hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serokwezîr Haydar el Ebadî, ji bo wesfê fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê û hêzên li Mûsliê şer dikin kontrol bike, çûye Nînovayê."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Mûsil wê di demeke nêz de ji çeteyên DAIŞ'ê bê rizgarkirin.
HÊZÊN TIRKMEN ÊN ŞÎA LI ENIYA ŞER IN
Çeteyên DAIŞ'ê ku li cihekî teng ê Mûsilê hatine dorpêçkirin, bi êrîşên wesayîtên bombebarkirî hewl didin rewşa xwe biparêzin. Li taxa Hay el Tawrah a bajêr, şer dewam dike. Li gorî dîmenên ji herêma operasyonê hatine belavkirin, Tirkmenên Şîa yên ser bi Tevgera Yekîtiyê ya Tell Afer ku di nava hêzên Haşdî Şabî de cih digirin, li dijî DAIŞ'ê şer dikin.