12 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kirin
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, ku ketiye roja 64'an, berfireh dibe. Hat ragihandin, li girtîgehên Curnê Reş û Sêweregê 12 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, ku ketiye roja 64'an, berfireh dibe. Hat ragihandin, li girtîgehên Curnê Reş û Sêweregê 12 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirine.
Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger, ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qedandina operasyonên leşkerî û dorpêçiya li Kurdistanê û bidawîbûna binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan, li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê dest pê kir, di roja 64'an de ye.
Girtiyên li Qewîşên A-9 û T-2 ên Girtîgeha Tîpa T a li navçeya Curnê Reş a Rihayê, bi rêya malbat û parêzerên xwe ragihandin, ku wan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirine. Girtiyan diyar kirin, wan di nava 10 rojên dawî de dest bi greva birçîbûnê kirine û wê êdî bi rengekî bêdem-bêdorveger bidomînin.
Bavê Mahmût Yaşar ê girtî Salih Yaşar anî ziman, dema çû dîtina kurê xwe, kurê wî jê re gotiye ku tevî 10 hevalên xwe ketine greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger. Yaşar destnîşan kir, ku bêyî pirsgirêkên tenduristiyê yên mayînde li zarokên wan der nebin, daxwazên wan bi cih werin anîn.
Hat ragihandin, di 15'ê Nîsanê de piştî Mahmût Yaşar û Zîlan Bûlût, girtiyên bi navê Mûrat Batûhan, Mehmet Gazalî Yaşar, Ahmet Yilmaz, Şerîf Adlîm û 4 girtiyên din ketine greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger.
Li Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê jî, hat ragihandin ku Ayten Tîcîl û Zeynep Kİyar ev 12 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.