Li London, Parîs, Marsîlya û Hannoverê çalakî

Li paytexta Îngilîstan Londonê, li bajarê Parîs û Marsîla yên Fransayê û li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana girtîgehan çalakî hatin lidarxistin.

Li paytexta Îngilîstan Londonê, li bajarê Parîs û Marsîla yên Fransayê û li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana girtîgehan çalakî hatin lidarxistin.

LONDON

Greva birçîbûnê ya li paytexta Îngilîstan Londonê, ku bi armanca xwedîderketina li berxwedana girtîgehên Tirkiyeyê hate destpêkirin, roja heyştan qedand. Greva birçîbûnê ya li ber avahiya Serokwezaretiyê hate destpêkirin, piştî meşa dawiya vê hefteyê li herêma Harîngeyê hate dewamkirin.

RMT'Ê ZIYARET KIR

Sekreterê Giştî yê Suyemîn ê Sendîkaya Karkerên Rêyên Hesinî ya Îngilîz (RMT) Steve Hedley û ji Berdevkên Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkayê Eddîe Dempsey pêr serdana grevê kirin. Di dema serdanê de Hedley ji çalakgeran agahî wergirt û ragihand û der barê mijarê de pêşniyarê ji rêveberiya sendîkayê bike ku bi lezgînî belavokekê biweşîne. Her wiha soz da ku di dawiya hefteyê de wê komek ji reveberên sendîkayê ji bo rojek, du rojan tevlî greva birçîbûnê bibe.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, bi armanca destekdayîna ji grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin.

Endamên Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, saet di 19:00 de li pêşiya Kûleya Eîffel a li meydana Trocaderoyê çalakiyek pêk anîn.

Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Bijî berxwedana girtiyên siyasî", "Grevên birçîbûnê di roja 63'an de ye" vekirin û belavok li Fransiyan û tûrîstan belav kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Dîktator Erdogan" hatin qîrîn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi heman armancê stant hate danîn û ev 7 roj in belavok li vê derê tên belavkirin. Hat ragihandin, ku çalakî heta bidawîbûna grevê wê dewam bike.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, greva birçîbûnê ya 14'ê Nîsanê dest pê kir, ji aliyê 17 kesan ve tê meşandin.

Grev li binê konê li Meydana Steîntor hatiye vedan, ji aliyê koma duyemîn ve tê dewamkirin.

Ciwanên Antîfa yên ji Hîldesheîmê çalakî ziyaret kirin. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn. Hevserokê HDK-Ewropayê Demîr Çelîk jî çalakî ziyaret kir.