Li Nurnbergê çalakiya piştgiriyê

Çalakiyên ji bo piştiriya greva birçîbûnê didomin. Kurdistanî û dostên wan ên li Nurnbergê dijîn, bi vê armancê daketin kolanan.

Li bajarê Nurnberg ê eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, ji bo piştgirî ji grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê were dayîn, çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li Hallplatzê pêk hat û li ser mijarê daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn. Civaka Elman jî bi baldarî çalakî şopand. Her wiha qenala televîzyonê BR (Bayerîscher Rûndfûnk) bi rengekî zindî çalakî weşand û hevpeyvîn bi çalakgeran re kir. Di çalakiyê de her wiha bal hat kişandin ser fen û fûtên di referandûma 16'ê Nîsanê de hatine kirin.