HDP'ê giliyê Serokê YSK'ê kir
HDP'ê ji ber referandûma bi fen û fûtan, giliyê Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Guven kir.
HDP'ê ji ber referandûma bi fen û fûtan, giliyê Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Guven kir.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) giliyê Serokê YSK Sadî Guven kir.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim li ber Edliyeya Enqereyê daxuyaniyek da û got, "Roja hilbijartinê, li rojhilatê welêt, piştî bidawîbûna dengdanê, YSK'ê bi daxuyaniyekê biryar guherand. Serok û endamên YSK, bi awayekî vekirî xwedî li erka xwe derneketin û di asta ku xwe înkar bikin de, referandûm xistin nava gumanan. Heta ku biryara betalkirina referandûmê neyê dayîn, ev referandûm wê di wijdanê civakê de meşrû nebe."
'MEŞRÛIYETA XWE NÎNE'
Yildirim bibîr xist, ku li navçeya Norşîn a Bedlîsê ji ber ku dengê bê mohr hatin dayîn hilbijartin hatibû betalkirin û got, "Îxlalên Serokê YSK'yê piştre bi daxuyaniyan dewam kir."
Yildirim destnîşan kir, destûra bingehîn a 1982'an ev 35 sal in rewa nîne û anî ziman, eger YSK li gorî îtirazên tên kirin biryarê bide, wê xizmedtê ji aştiyê û welêt re bike. Yildirim diyar kir, di rewşeke berevajî de wê guhertina destûra bingehîn a rê li ber guhertina rejîmê vedike, ne rewa be.
Yildirim got, "Ji ber ku nexwestin encama referandûma ne rewa bikeve rojeva meclîsê, duh tenê 4 saetan meclîs vekirî hiştin û bi lez û bez girtin."
Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim got, ji ber ku YSK wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar aniye û bi biryarên xwe re xizmetê ji xerakirina sîstema civakê dike, wan gilî kirine û ji dadgeriyê xwest, di vî warî de bi erka xwe rabe.