Herî kêm li 14 bajaran encamên referandûmê tên protestokirin

Encamên referandûma 16’ê Nîsanê ya ku YSK eşkere kir tên protestokirin. Di çalakiyên herî kêm ên li 14 bajaran de, biryara YSK ya têkildarî pejirandina dengên bê mohr tê protestokirin.

Li Fatîh, Beşîktaş, Bakirkoy, Avcilar, Kûçûkçekmece, Gûngoren, Kartalî û Maltepe yên Stenbolê bi pankartên mîna: “Na, em bi ser ketin”, “Ji dizîn dengan û xestekariyê re Na” vekirin gelek meş hatin lidarxistin.

Li gelek semtên Îzmîrê bi sedan çalakger bi dirûşma “Bi serê xwe tenê xilaskirin, yan em bi hev re yan jî ne yek j ime” qîr kirin, daxwaza betalkirina referandûmê kirin.

Qada vekirî ya li bajrê kevin ê Walîtiya Dîlokê ji bo hemû daxuyaniyên çapemeniyê, meş, belavkirina belavokan, weke kampanyayên îmzeyan, ji bo ehm û xebatên civakî û siyasî heta mehekê hate qedexekirin.

Hinceta biryarê jî ji ber bûyerên asayîşê û protesoyan û bilindbûna nerazîbûnên siyasî ye.

Çalakgerên tevî qedexeyê xwestin daxuyaniyek bidin çapemeniyê kom bibûn, polîsan êrîşî wan kirin.

Li Eskîşehîrê çalakgerên ku bi beroşan daketin qadan dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” qîr kirin.

Li Konyayê jî çalakgerên ku bi pankarata ‘NA em bi ser ketin’ li hev kom bûn, bang li YSK’ê kir ku têildarî “Fen û fûtên referandûmê” gavekê bavêjin.

Çalakgerên kul i Parka Kûgûlû ya Enqerê kom bûn, dirûşmên “Ji partiya dewletê re NA, ji qiralyeta ku hatî hilbijartin re NA’ qîr kirin. Hinek çalakgerên ku li Kizilayê kom bûn jî daxwaza betalkirina referandûmê kirin. Gelek welatiyên ku çûn pêşiya YSK’yê jî, daxwaznameyên xwe yên îtirazê danîn radestî desteyê kirin.

Li bajarên mîna Tekîrdag, Mûgla, Aydin, Mêrsîn, Kocaelî, Edene, Çanakkale û Edenê jî protestoyên cuda cuda hatin lidarxistin.

Hat diyarkirin ku piştî protestoya li Edeneyê hinek çalakger hatine binçavkirin.