ROJANE
Hemû Nûçe
-
Alîgirê Kaplan Hevserokê Keskan li Dîwana Bilind e
Keskên Partiya Hawîrê yên ji ber ku têkiliya wan bi Leylanî hebû yê ku provakatorê Ocaxên Nijadperest û AKP’ê yê Swêdê bû û ji bo parastina Wezîrê Avadaniyê Mehmet Kaplan pêkutî li medyaya Swêdê dikir, li Dîwana Bilind hate darizandin. -
Bîlançoya qonaxa 4’emîn a Pêngava Xezeba Firatê hate eşkerekirin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, di qonaxa 4’emîn a Pêngavê de 311 çete hatine kuştin û 30 şervanan jî jiyana xwe ji dest dane. -
Li Stenbolê bîranîn: Hişmendiya Komkujî û înkarê didome!
Rewşenbîrên Ermenî li Qada Sûltanahmetê hatin bibîranîn. Di bibîranînê de Meral Çildir axivî û got ku “Hişmendiya komkujî û înkarê îro jî desthilatdariya xwe didomîne.” -
Gerîlla TV dîmenê sekvaniyê belav kir
Gerîlla TV’yê dîmenê çalakiya sekvanî belav kir, ya ku di 10’ê Adara 2017’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ya li herêma Oremarê li dijî leşkerê Tirk hatibû lidarxistin. -
QSD’ê ji bo sivîlên Reqayê korîdorek vekir
Şervanên QSD`ê ji bo ku koçberên Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û ji şer biparêzin korîdorek vekirin û bi hezaran koçber di wan korîdoran re derbasî gundê Ceb El-Şiêrê bûn. -
Li Tebqayê nûqteyên stratejîk ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin
Şervanên QSD’ê yên ku ber bi navenda QSD’ê ve ber bi pêş ve diçin, li gel Çerxerêya Elef û Girava Mehmiye û beşek ji taxa El Weheb ji çeteyan hate paqijkirin. -
YPG: Şehîdê rêwîtiya heqîqetê Çiya Rûs
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanê xwe eşkere kir. -
Li Darmstadtê NCKD’ê kongreya xwe ya 6’emîn lidar xist
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, Nevenda Civaka Demokratîk a Kurd a girêdayî NAV-DEM’ê kongra xwe ya 6’emîn lidar xist. -
Wekîl û rêveberên HDP'ê bang kirin: Hevserok û wekîlên me berdin!
Parlamenter û rêveberên HDP'ê li pêşiya avahiya Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) li hev civiyan û ji bo hevserok û wekîlên xwe yên girtî daxwaza edaletê kirin. -
Êrîşa li dijî gorên Êzidiyan ket rojeva Meclîsê
Parlamentera HDP'ê Ûca, êrîşa cerdevanan a li dijî gorên Êzidiyan xist rojeva Meclîsê. -
Gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan li Viyanayê hatin bîranîn
14 gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin bîranîn. -
Kurd û Ermeniyan serdana Bîrdariya Qirkirinê ya li Erîvanê kirin
Ji ber salvegera 102. a Qirkirina Ermeniyan, li paytexta Ermenîstan Erîvanê, Kurd û Ermenî çûn serdana Bîrdariya Qirkirinê. Parlamenterê Kurd Kinyas Hasanov diyar kir, dewleta Tirk heman qirkirinê îro li dijî Kurdan dike. -
Li Wanê operasyona qirkirina siyasî
Li navçeya Artemêtan a Wanê, di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin. -
Divê rêveberiya Erdogan bikeve
Mirov dikare bi kurtî rewşa ku derketiye holê wiha şîrove bike; Tayib Erdogan di referandûmê de encama ji % 51, bi zordestî, teror û hîleyan bidest xistiye. -
Qirkirina Ermeniyan
Dihatin kuştin, dihatin şêlandin, destdirêjiya namûsa wan dikirin. Cîranê Kurdan li ber çavên Kurdan dihatin qirkirin û Kurdan nikaribûn midaxle bikin. Kesên midaxle dikirin jî heman aqûbeta Ermeniyan dijiyan. Û qir kirin. -
KCD'ê Qirkirina Ermeniyan bi tundî şermezar kir
"Çawa ku bi qirkirina 24'ê Nîsana 1915'an re pêşiya dewleta yekparêz, faşîst û komkujer hat vekirin, di roja me de hewl didin vê sîstemê bi tifaqa AKP û MHP'ê li ser gelê me bidomînin." -
TŞYG: Qirkirina Ermeniyan sûcê li dijî mirovahiyê ye
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) diyar kir, Qirkirina Ermeniya sûcê li dijî mirovahiyê ye. -
Jinên Kurd ên ji Skandînavyayê 'Nobeda Azadiyê' digirin
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ku li bajarê Strasboûrg ê Franayê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê jinên Kurd ên ji tevgera Jinê ya Skandînavyayê ve dewr hate girtin. -
Patronê Lafarge ku bertîl da DAIŞ'ê wê îstifa bike!
Der barê şîrketa çîmento ya bi navê LafargeHolcîm de beriya niha gelek caran hate gotin, ku ji bo kar li herêmên DAIŞ lê ye bike, bertîl daye DAIŞ'ê. Hat îdîakirin, patronê vê şîrketê wê îstifa bike. -
KGM li ser salvegera qirkirina Seyfo daxuyaniyek weşand
KGM: Heta ku ev qirkirin bê naskirin, têkoşîna me ya li dijî vê dewleta nîjadperest wê bidome. -
Li Bûrkîna Faso 4 hezar kesî ji ber tayê jiyana xwe ji dest dan
Li Bûrkîna Faso, ku yek ji welatên herî xizan ên Afrîkayê ye, tevî ku tedbîr hatin girtin jî par bi hezaran zarok ji ber tayê jiyana xwe ji dest dan. -
Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn
Li Belçîka, Elmanya, Swêd û Hollandayê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd û Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn. -
Şehîdên Kobanê li Aachenê hatin bîranîn
Şehîdên Rojavayê Kurdistanê Delîl Bagok û Xemgîn Kobanê, li bajarê Aachen ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Li hemberî rejîma şexsekî bi hezaran kes daketin Kadikoyê
Ji bo betalkirina referandûma bi guman bi hezaran kes ji Şaşkinbakka la Kadikoyê heta Qada Îskeleyê meşiyan û gotin, em ê li hemberî rejîma şexsekî bi paş ve gavan neavêjin. -
Li Torontoyê referandûma bi hîle hat protestokirin
Li bajarê Kanada Torontoyê, referandûma ku 16'ê Nîsanê ji bo Destûra Bingehîn pêkhatî, hîle û nelirêtiya di referandûmê de hate protestokirin.